Medîya û çanda kurdê xorasanê bi kurtayî

Raman Bidil

Fîlmên ku li îranê tên weşandin ji bo xelkê ku bi zimanê farisî diaxifin başe û ji wan re feyde heye, li vê derê tim pirsîyek heye ku ew vîdîoyana û bernameyên ku bi zimanê farisî tên weşandin , ji bo kesên ku bi  zimanên din diaxifin, ew wateya çandî ku li jîyana rojane ya xelkê qeyr faris bi taybetî kurdê koçber buyî bi bakûra rojhilata îranê(xorasan) wek her farisek feyde heye an na?

Ji bo bersîv dayîn bi vê pirsîkê, mirov gerek li jîyana wan e rojane binêre û bibîne ku va bernemeyên çandî û fêrbûyî di nav jîyana wan de çiqes bandorheye. wek tê zanîn kurdê xorasanê, ji tunebûna medîya gelek kêmasî hene û wan hêç radîyo û tilivizon ya azad ku bi heq û bi rêya daxazîya wan bela bike tuneye.

Di sala 2010 de ku tilivîzîona ostanîya bakûra xorasanê hate weşandin hinek bernameyê kurdî jib o kurdê xorasanê tên weşandin ew jî, hinek dengbêjên ku sîyesta dewletî pêşda diben an jî tim li ser raman û mijarê asîmolasîyetî çandî dixebitin. Radîoya xorasanê mezin jî nêzîk bi bîst û pênc salan bernameya kurdî bi zaravayê kurmancî bi navê (bernameya kurmancî) bela dike. bi rastî ew bernameyana dewxaza wan hebûn; her çend ku bi taybetî li ser mijarê kolam û hinek gutinên pêşîyan de bela dibe, ji vê alîyê gelek ji kurdê vê welatê guhê xwe didin wan bernameyan. Di nav jîyana wane çandî ku mirov dinêre baç xwoya dibe ku li navbera kurd û farisann gelek cudayetî û têkilîya kêm li navbera wan heye, ew bûye sebeba ê ku li navbera kurd û fars hinek caran li hev rêxne digirin, lê her çand ji ber vê ku nifûs û çandê kurda li nav bajarê zêdeye ferhenga, kurdî bi serketîtire. Ferqa  kurdê ku xorasan û bajarê vê alîyê bi kurdê li Kurdistan an li her cîyê donyayê dijîn heye, ewe ku kurdê xorasan gelek kêm tv û radîyoya kurdî eleqedar dibin, lê ew jî jib o vêye ku gelek pêyv û hevokên kurdî li xorasan venda bûne û ji alîyek din jî gelek pêyvên farsî û tirkî ketine nav zimanê kurdî li xorasanê cîyê pêyvê kurdî roniştine, ew dibe jê fehm kirin zimanê kurdî li vê welatê hinek hêsan nine. Li ser vê mijarê zêdetir dibe xebat bibe.

Bar kirin setilaîta li îranê ji bo zêdeya  kurdê xorasanê, du pirsgirî  heye, yekemîn ewe ku ewana setilaîtê heram dizanin an jî bo malbat û jîyana xwe xirabî dibînin, duyem ew kesên ku vê mijarê hate gutin gebûl nakin dewleta îranê nahêle ku xelk bi azadî kanalê setilaîtê binêre.

Dewleta îranê baş dizane ku eger , eger kurdê xorasanê bi kurdê alîyê dine cihanê têkilî wan hebe û xwe û dîroka xwe ye kuçber buyî bizanin ji wan re zerar heye û ji bo vê wek tê dîtin li nav qundan gelek zû ew kesên ku setilîta wan hene didin nas kirin û beref diken.
 
Bi rastî kurdê xorasanê ji her kurdê cudabuyî ji welatê xwe ji welatê xwe, roj bi roj zêdetir ji çand û ferhenga xwezayîya xwe dûr dibin , ew bûye sebeba wê ku wê ku dayêk û bavên ku xwe bi zimanê kurdî diaxifin û malbata wan jî kurde bi zarokên xwe bi zimanê farsî diaxifin û fêrbûna zimanê farsî bêtir ji zimanê kurdî dizanin û zêdetir diparêzin; sebeba wê jî dibe texmîn kirin ku li dibistanan û zanîngehan bi zimanê farsî tê bikaranîn, ji ber vê ku zarokên wan zimanê farsî baş bizanin vê karê diken, ew jî ne tenê li nav kurdê xorasan belkî li kurdê rojhilata îran jî wasa ye, zêdetir ji wan kurdê tirkîyê hîn ji dawîya wê ku xwendin û nivîsîn bi zimanê tirkî azad bû wasa heye.

Ew tuştên ku hate gutin , nîşan dide ku zimanê kurdî li xorasanê li dawîya neslek din tê wenda bûn, eger ji vê zimanê re xebatek bingehî nebe nebe, zarokên kurd li xorasan hemû bi farsî axaftinê xwe didin naskirin û xwe fars dizanin.

Li dawîyê de , negute nemîne ku armanc û tuştê ku ji me ra tê gihiştin ser vê mijarê  ewe ku ew bernameyana bi taybetî jib o çand û ferhenga Zarokan zêdetir dixebite û zarok bi zimanê farsî eleqedar dibin, ew kesênjî ku bisewadin û dersa farisî dizanin nuçe û fikira xwe bi bernameên tv yên farsî pêşda dibin, her wiha ji alîyê din ew kesên ku bi zimanê farsî eleqedar nabin komek dinin ku jib o têrkirin û çanda xwe bi rêyek din de diçin.

Ewana bi zimanê kurdî diaxifin û ji ziman û farsî kêfxweş nabin, bi rêya mûzîk a kurdîyê  kolan û bajarî an bexşî û loloçî  miraq diken.

Li nav jîyana însanîyetê tuştê ku xwoya dibe ewe ku  her zimanek ji bo xwe çandeke, ferhengeke bi xwe re bingehek însanî dikşîne, ew gerek bi rêya xwe bikeve û ta gihiştin bi însanîyeta mezin ku armanca her însaneke bixebite.