Mahabad/ Mafê karkeran tê binpêkirin

21:42 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek karkerên navendeke pêşeyî a Mahabadê, hember nedana hiqê xwe yê mehane, nerazîbûna xwe nîşan dan û ketin grevê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, karkerên werzêr û pêşeyî ên Mahabada rojhilatê Kurdistanê di berteknîşan dan hember nedana 10 meh miaşên xwe, kar û xebatên beşa girûxan(kuştargah)a mirîêşk û sewalan,bi pirsgirêkan re rû bi rû hiştin.(dest bi grevê kirin)

Bi gotina karkerekî Mahabadê yê ketî grevê, ew 10 mehin ku heqdestê karkerên beşa werzêrî û pêşeyî a Mahabadê bi wan nehatiye dayîn, jiber vê wan nehîştine girûxane (kuştargah) kar û xebatên xwe bidomîne.

Pêwîste bê gotin sala borî jî nêzê 140 karkerên wê beşa pêşeyî li ser kar hatibûn derxistin û yekeyên berhemanîna mirîşkan, civîkên yek roje û hêkan bi yek carî hatibûn daxistin.

Li halê hazir tenê girûxane (kuştargah)a berhemanîna mirîşkan li Mahabadê çalakiyan dike û berhemên xwe derdixe.

Navenda Pêşeyî a Çandin û Senetî a Mahabad (çargane sebiz) 40 û çend sal beriya niha hatiye avakirin. Gorî zaniyariyan destpêkê 800 kirêkarên wê navendê hebûne lê niha tenê 15 heya 20 karkeran li wir kar dikin.

Kesên agahdar li kar û barên wê navenda pêşeyî ser vê baweriyê ne: Rewşa xizmayetî, bertîl û rişwe, guhertina xerîteya deverê û firotin û bexşîna zeviyên xelkê, ji sedemên sereke yên zirargihandin bi navenda pêşeyî a Mahabadê tên destnîşankirin.

Têkildarî wê mijarê, bo heyamê 9 mehan, berpirsên kompanya bendava “Çeperawê”a Şinoyê jî heqsestê karkerên nedabûyê.

Pirojeya bendava “Çeperawê” li Şinoya rojhilatê Kurdstanê, yek ji wan pirojeyên avadaniyê bû ku beriya niha bi 12 salan destpêkiribû. Eva di demekê deye ku diviya di 5 salan de dawî bi karê xwe anîba.

Her ji destpêka dest bikar kirina pirojeyê, berpirsên wê pirojeyê bê muhlet û îzinvergirtin ji şêniyên devera Çeprawê, bi makîneyên çêkirina rê û cadeyan ketibûn canê daristan, zevî û milkên gundiyan û jêr navê çêkirina bendavê, ew dever dagir kiribûn ku hîna jî li wir dimînin.