Lipey ketina hêzên leşkerî can jidest dana kasibkarekî Kurd lê ket

21:00 - 18 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Tromibîla kasibkarê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, bi sebeba lipey ketina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, rastî bûyera qulibandên hat û di encamê de ajotvan canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Pêncşemî 26`ê Banemera 1398`an, tiromibîla kasibkarê Kurd yê bi navê Hisam Muhbî, kurê Mensûr û xelkê devera Biharstana jêrê, ya girêdaiy bajarê Seqizê bi sedema lipeyketin û revîna ji destê hêzên leşkerî yên hikûmetê, tiromibîl diqilbe û dibe sedema can jidest dana wî.

Ev kasibkarê Kurd di dema lipey ketina hêzên leşkerî û revîn ji destê van, tiromibîla wî ji cadeya dinavbera Seqiz bo Zencanê, rastî vê bûyerê hatiye û herwisa welatiyekî din yê ku di vê tiromibîlê de bûye bi dijwarî birîndar bûye.

Her di vê pêwedniyê de, şeva Sêşemî 24`ê Banemera 1398`an, kasibkarekî din yê Kurd yê bi navê Aram Zerdeşiwane, kurê Vahid û xelkê gundê Gundvîla a girêdaiy bajarê Şinoyê, li rûbara bi navê Gader dikeve û dixeniqe.

Ev kasibkarê Kurd yê temen 17 salî, ku digel hespê xwe di dema derbazbûna li rûbara Gaderê, bi sedema bihêzbûna ava rûbarê, nekarî rizgar be û xenqî.