Lîmên rewendê herêma Cebel Kendî ya Urmiyê xistiye tehlûkeyê

20:18 - 29 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rêveberê giştî ya “Muhîtê Zîst” a Parêzgeha Urmiyê ragehand ku, niha lîm û toza rewend a ku di encama hişikbûna gola Urmiyê de derketine holê, gef in li ser xelkê herêma Cebel Kendî a bajarê Urmiyê.

Perwîz Araste roja Şemiyê 7’ê Sermawezê, di rûniştina tevî nûnerê Wlî Feqîh di parêzgeha Ûrmiyê û herweha pêşnimêjî Înî ya vê bajarî de ragehand ku, bi sedema hişikbûna gola Urmiyê rewşa herêma Cebel Kendî ne baş e. Navbirî herweha ragehand ku xelkê vê deverê bi sdema vê rewşê aciz in û daxwaza lêpirsînê ji berpirsyarên têkilîdar bi vê keysê ve dikin.

Perwîz Araste serbarê vê ku dibêje îdareya wan bona dicihde ragirtina wan lîman, gellek darên Gez û Qeredax çandine, radigehîne ku niha di emeliyatekê de ku 400 hiktaran li Urmiyê li xwe digire, di 40 hiktaran de darên Gez û Qeredaxê hatine çandin.

Navbirî herweha dibêje ku paniya belavbûna van lîman digije 200 hiktaran, lê di qonaxa yekem de 400 hiktar wê bê cîbicîkirin û di 350 hiktaran de darên Gez û di 50 hiktaran de ji darê Qeredax wê bê çandin.