LI SWÊDÊ KOVARGERIYA KURDÎ

20:09 - 26 Îlon 2012
Unknown Author
Lokman Polat

Piştî bîstûşeş salan ez ji sirgûniyê vegeriyam welêt, min dît ku haya gelek xwendevanên kurd ji kar û xebatên ku dîasporaya kurdan li Ewropayê kirine û bi taybetî jî haya wan ji kovargerî û rojnamegeriya ku li Ewropayê û bi taybetî jî herî pir li Swêdê pêkanîne tune.

Loma jî dema ku edîtor û birêvebirê kovara Asîvayê birêz Kek Mekî di peyama xwe de got ku; ” mijara dosyeya hejmara me ya çaremîn (4) “kovargeriya kurdî” ye…. bi mijara “li Ewropayê kovargeriya kurdî” ger hûn ji me re nivîsekê amade bikin hûn dê me pirr pirr kêfxweş bikin.” Bi rastîn ez jî gelek keyfxweş bûm ku kovara Asîva dosyeya li ser “li Ewropayê kovargeriya kurdî” diweşîne.

Helbet ev mijareke berfereh e. Di piraniya welatên –dewletên – Ewropayê de kovar û rojnameyên kurdî derketine. Mirov dikare wek xal bi xal, bi tevahî behsa kovargeriya kurdî li Ewropayê bike, her welatekê Ewropayê bigre dest û behsa kovarên ku li wir derketine bike. Lê, dema weha bike nivîs gelek dirêj dibe. Loma jî ez dê nivîsê kurt binivîsim.

Ez dê di vê gotara xwe de bi kurtahî behsa kovargeriya kurdî ya li Ewropayê ango di kîjan welatê ewropayî de kîjan kovar derketine bikim û paşê bi kurtahî behsa kovargeriya kurdî ya li Swêdê bikim. Min dê di dawiya nivîsê de kronolojiyeke kovarên kurdî yên li Ewropayê –kîjan kovar di kîjan salê de derketiye û çend hejmar jê derketine – amade bikira û pêşkêşî xwendevanên kurd bikira, lêbelê ji bo ku nivîs dirêj nebe û rûpelên kovarê pir danegire loma jî ez kronolojiya kovarên kurdî di dawiya vê nivîsê de naweşînim. Hemû navên kovarên kurdî û naverokên hinek kovarên kurdî di pirtûka min ya bi navê “Li Ewropayê Kovarên Kurdî” de hene. Di hêla mijara kovargeriya kurdî yên li Ewropayê de pirtûkeka min ya bi navê “Li Ewropayê Kovarên Kurdî” wek çavkaniyekê heye. Ev pirtûk li Swêdê hatibû çap kirin.

KOVARGERIYA KURDÎ LI EWROPAYÊ
Piştî salên heştêyî çardeh, panzdeh partî û rêxistinên kurdî hebûn û wan li Ewropayê herkê kovareka siyasî derdixist. Niha ew hemû rêxistin nemane. Ji blî PKK/KCK ti partî yan rêxistineka din li Ewropayê kovarên siyasî dernaxe. PKK/KCK kovarên siyasî bi navê “Serxwebûn” , “Stêrka Ciwan” û “Jinaya Newe” derdixe, diweşîne. Ev hersê kovar yek ji bo mêran, yek ji bo jinan û yek ji bo ciwanan e. Ji bo çand, edebiyat û zimanê kurdî ti kovaran dernaxin. Herweha niha li Ewropayê kovareka çandî, edebî û ku bi pirsgirêkên zimên re mijul bibe tune. Kovareka bi navê “Lêkolîn” ya demsalî heye, lêbelê mijarên wê curbecur in.

(Mebesta vê nivîsê kovarên matbû yên li ser kaxizê hatibûn û têne çapkirin e. Kovarên elektronîk yên înternetê derveyê mijara vê nivîsê ne. Bi hêviya ku kovara Asîva di hejmareka xwe de dosyaya kovarên elektronîk yên sîyasî, nûçeyî, çandî û edebî jî amade bike û pêşkêşê xwendevanên kurd bike.)

Kovarên siyasî:
Lîsteya navên hemû kovarên kurdî yên ku li Ewropayê derketina di pirtûka min ya bi navê “Li Ewropayê Kovarên Kurdî” de hene. Dema min ev gotar nivîsî ev pirtûka min li cem min nebû. (Min nivîs li Stenbolê nivîsî û pirtûka min li Stockholmê ye.) Loma jî ez dê ne hemû kovaran, lê navên hinek kovarên siyasî binivîsim.

1– Azadî, 2– Hêza Welatparêz, 3– Dengê Mazluma, 4– Demokratên Şoreşger, 5– Dengê Komkar, 6– Riya Azadî, 7– Pale, 8– Pêşeng, 9– Kawa, 10– Dengê Kawa, 11– Xebat, 12– Niştîman, 13– Têkoşîna Sosyalîst, 14– Hêviya Gel, 15– Dengê Welat, 16– Roja Welat, 17– Rizgarî, 18–Yekîtî, 19– Berbanga Kurdistan, 20– Rizgariya Kurdistan, 21– Demokrat, 22– Berxwedan, 23– Rewşen, 24– Armanc, 25– Armanca Sor, 26– Roj, 27– Bergeh, 28- Serxwebûn, 29– Jinaya Newe, 30– Stêrka Ciwan – 31– Rêya Şoreş – 32- Yekbûn Înfo. 33– Bingeh, 34– Gazina Welat, 35– Jîna Nû, 36– Newroz, 37– Qêrîn, 38– Hîwa, 39- Wekhevî. Û hwd.

Ji van kovarên jorîn ku min navên wan rêz kir, tenê kovara “Serxwebûn”, “Jinaya Newe”, û “Stêrka Ciwan” derdikevin. Yên din yek jê jî dernakeve, hemû jî hatine girtin. Partî û rêxistinên ku ew kovaran derdixistin ji hêla siyasî û rêxistinî ve têk çûn, felişin, belav bûn, niha tunin.

Kovarên çandî, edebî:
Hema bibêje tevahiya kovarên çandî, edebî yên kurdî li Swêdê derketin. Ez dê di xala kovargeriya kurdî ya li Swêdê de navên wan kovarên kulturî rêz bikim. Li welatên Ewropayê yên din pir hindik kovarên kulturî derketine. Ew jî evin:
1– Çiya, 2– Lêkolîn, 3- Berfîn, ….Û hwd.

KOVARGERIYA KURDÎ LI SWÊDÊ
Piştî darbeya leşkerî ya faşîst piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên kurd wek cihê sirgûnê li Swêdê bi cih û war bûn. Wan li Swêdê komeleyên çandî, civakî, federasyonên komelayan damezrandin û dest bi weşangeriyê kir, pirtûk, kovar û rojnameyên xwerû kurdî weşandin.

Di sala 1995ê û 1996ê de Li Swêdê 16 kovarên çandî, edebî derdiketin. Niha yek kovar jî dernakeve. Kovarên kulturî, lîteraturî yên herî baş û yên herî temendirêj –pirhejmar – li Swêdê derketin. Swêd demekî bûbû navenda lêkolîneriya kurdî. Di derbarê çand, edebiyat, dîrok, zargotina kurdî û bi taybetî derbarê zimên de bûbû navend. Herweha di hêla weşangeriyê de, bîst weşanxaneyên kurdan hebûn û bi sedan pirtûkên kurdî weşandin. Herî pir pirtûkên kurdî yên perwerdeyê û yên ji bo zarokan li Swêdê derketin.

Kovarên siyasî:
Li Swêdê berê hinek kovarên siyasî –yên bi kurdî û tirkî- û gelek kovarên çandî, edebî yên xwerû kurdî derketin. Lê çi heyf ku niha yek kovar jî dernakeve. (Ji xeynê kovara “Bîrnebûn”ê. Ew jî kurdên Anadoluya Navîn – Kurdên Konyayê – derdixin.

Kovarên siyasî yên ku berê li Swêdê derdiketin Evin:
1– Berxwedan, 2– Pêşeng bo Şoreş, 3– Rêya Şoreş, 4– Yekbûn Înfo, 5– Yekîtî, 6– Pale, 7– Xebat, 8– Niştîman, 9– Dengê Welat, 10– Têkoşîna Sosyalîst, 11– Armanc, 12– Armanca Sor, 13– Yekîtiya Sosyalîst, 14– Rizgariya Welat, 15– Roj, 16– Demokratên Şoreşger. Û hwd.

Kovarên çandî, edebî:
1– Roja Nû, 2– Helwest, 3– Ronî, 4– Jîndan, 5– Berbang, 6– Avaşîn, 7– Dugir, 8– Hêvî, 9– Wan, 10– Çira, 11– Nûdem, 12– Nûdem Werger, 13– Şano û Sînema, 14– Dengê Mamoste…Û hwd.

Kovarên Mîzahî:
Li Swêdê du kovarên mîzahî (henek, qerf, yarî, pêkenokî) jî derketin. Navên wan ev in:
1– Mîrkut, 2– Zengil
Herweha du kovarên zarokan jî derketin. Ew jî 1– Hêvî, 2– Kulîlk.

Têbînî – Ev nivîs di kovara Asîva hejmara 4-an de derket. Ji bo ku ev kovar li Ewropayê nayê belavkirin û nakeve destê xwendevanên kurd yên li ewropayê, loma jî ez nivîsê di malpera Kulturnameyê de carek din diweşînim û bi taybetî jî pêşkêşê xwendevanên kurd yên li Ewropayê dikim.

Jêder: Kulturname