Li sînorên Rojhilat meşqa leşkerî

21:17 - 14 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, ji bo ku hêza xwe ya berevanîkirin ligel partiyên dijberên xwe nîşan bidin, li pîranşar a rojhilatê Kurdistanê, meşqek leşkerî lidarxist in.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa û piştgiriya malpera taybet bi PDKÎ, piştî belavbûna nûçeya çûna pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li ser sînorên Rohilat û Başûr, hêzên leşkerî ên hikûmetî deverên sînorî bombaran dikin.

Hêjayî gotinê ye piraniya wan hêzan ji Kurdên ser bi Sipahê ne yan jî ji bajarên din ber bi sînorên Başr- Rojhilat ve hatine veguhestin.

Malpera ser bi Hizba demokrata Kurdsta Îranê jî vê derbareyê de ragihandiye ku li deverên tixûbî ên Pîranşarê, hikûmeta Îran topxane û hawinên xwe bi cih kirine. Sipah li wir berdewam deverê dide ber topan û hêza xwe ya leşkerîm nîşan dide.

Gorî wê malperê, ji destpêka liv û tevgera partiyên Kurdî ên opozisyonên wê rejîmê nemaze PDKÎ, Sipaha Pasdaran li Kurdistanê di amadabaşiyek kamîl de ye.

Hin çavkaniyên herêmî jî li ser vê mijarê peyamnêrê Kurdpa re bilêv kirin: Sipaha Pasdaran di wan rojên bi hestiyar de, ji hêzên xwe yên xwecihî û Kurd daxwaz kiriye ku çekan werbigrin û di qereqolan de hazir bibin.