Li Sine du ciwanan xwe kuşt

21:00 - 29 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî temen 20 salî li Sineya Rojhilatê Kurdistanê bi rêya darvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanê Kurd yê bi navê Mahan Ezîzî, di seyrangeheke qiraxa wî bajarî de, bi tenafekî xwe daliqand.

Çavkaniyeke agah li ser vê bûyerê peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Roja duşemî 27`ê nîsanê, Mahanê 20 salî ji mal derdikeve û piştire li tenişt cadeya Sine –Dîwandere bi tenafekeî xwe dar ve dike û diencanmê de dimire.

Wê çavkaniya nêzî bûyerê di berdewamiya axaftina xwe bi peyamnêrê Kurdpa re eva jî anî ziman ku bi sedema dilgiranî ji rewşa Mahan Ezîzî û derbas bûna demê bi ser nehatina wî re,malbata Mahan serdana cihê ku pêştir ew diçê kirin ku di encamê de bi dîtina termekî daliqandî di seyrangeha derdora cadeya Sine- Dîwandere rû bi rû bûn.

Heya niha ji sedemên xwekuştina wî ciwanê xelkê Sineya Rojhilatê Kurdistanê zaniyariyek bi dest nekevtiye.

Herwiha têkilî ligel bûyerên xwekuştinê, beriya niha bi çend rojan ciwanekî din yê 17 salî dîsa li Sineyê di mala xwe de xwe kuşt.

Nasnameya wî ciwanê Kurd yê 17 salî, Umîd Yarehmedî hat îlan kirin.

Hemwelatiyên herêmî sedema xwekuştina Umîd Yarehmedî, bêkarî û nesaxiyên ruhî û psîkolojî destnîşan kirin.

Hejmara xwekuştinan li welatê Îranê roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Rojane bi awayekî navînî 13 kes bi rêya xwekuştinê li wî welatî, dawî bi jiyana xwe tîn in.

Rewşa xirab ya aborî, bêkarî, nebûna pêşerojeke ron, herwiha nebûna tu hiviyekî bi guhertina şert û mercên heyî, tepeserkirina civakî, yasayî û ferqûciyawaziyên regezî, nebûna derfetên hilbijartina bi dilê xwe ya hevser, pêşe û …hwd, ji sedemên sereke yên xwe kuştina ciwanan li Îranê tên hejmart in.