Li Selas Bavecanî jinek ducanî dawî bi can anî

15:24 - 22 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: jineke hamîle li Selas Bavecanî a rojhilatê Kurdistanê, bi benekî xwe darvekir û (tevî zaroka nava zikê xwe) dawî bi jiyanê anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 21`ê hezîranê, jineke ciwan li Selas Bavecanî xwe daliqand û di encamê de jiyana xwe jidest da.

Heya niha sedema wê xwekuştinê ji ajansa Kurdpa re nehatiye zelalkirin.

Gorî amarên hatinî belavkirin, tenê li hezîrana evsal, 5 welatiyan li Mahabdê bi sedemên nediyar xwe kuştine.

Hêjayî gotinê ye, tevî wê yekê ku di wan salên dawiyê de hejmara haletên xwekuştinê li welatê Îranê ber bi zêdebûnê ve diçe, lê hikûmet hember vê yekê tu bertekê ji xwe nîşan nade.

Bi wê bûyera xwekuştinê re ji destpêka buhara îsal heya niha, hejmara haletên xwekuştinê li Kurdistanê gihîştiye bi 30 kesan.

Pisporên Civaknas ser vê baweriyê ne, nebûna pêdiviyên jiyanê, pirsgirêk û nakokiyên malbatî, kêmasiyên debara jiyanê, zewaca bêdil û zext û givaşên hikûmetê ên li ser hemwelatiyan, ji sedemên sereke ên bûyerên xwekuştinê li Îranê tên hejmartin.