Li Nisêbînê polîsên Tirkiyê jineke Kurd kuştin

15:29 - 16 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa: Li Nisêbîna Bakura Kurdistanê polîsan jineke Kurd û zarokên wê dane ber gulleyan, û di encamê de jineke Kurd kuştin û du zarokên wê jî birîndar kirin.

Li gora wan nûçeyên ku belav bûne, piştî vê ku li Nisêbîna Bakaura Kurdistanê, dewletê qedexeya hatûçûnê û rewşa awarte ragehandin, xelkê Nisêbînê dijkiryar di hemberî vê biryarê de ji xwe nîşan dan û daketin kolanan. Lê polîsan û hêzên taybet ên dewleta Tirk teqeya rasterast li xelkê kirin û di encamê de jineke Kurd temen 44 salî bi navê Selamet Yeşîlmen kuştin, û keça wê ya bi navê S. Yeşîlmena 14 salî û kureke wê bi navê F. Yeşîlmen 10 salî birîndar kirin.

Biryara ragehandina rewşa awaret di Nisêbînê de roja 13.11.2015’an de derket, û di roja 14.11.2015’an de jî polîsê Tirk xelk dabûne ber gulleyan, û di encamê de Feysel Cakar 50 salî û zarokê wî yê 7 salî birîndar bûn.

Derheq ragehandina rewşa awarte û êrîşa polîsan li ser xelkê sivîl, û kuştin û birîndarkirina wan, saziyên berevankarê mafên mirovan jî dengê wan bilind bû, û daxuyaniyê cuda dan, û ew biryar û êrîşa li dijî xelkê sivîl weke rawestandina jiyanê bi nav kirin.

Hêjayî basê ye ku her car li bajarekî Kurdistana Tirkiyê de biryareke bi vî rengî tê dayîn, û ew biryarên bi vî rengî jî piştî detspêkirina şer di navbera PKK û arteşa Tirkiyê, û egera hebûna hêzên girêdayî PKK di van ciyan de têne dayîn.