Li Makûyê lehî rabû/ 2 bira bi hevre mirin

14:46 - 27 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema baran û teyroka dijwar, bi dûre rabûna lehî û lêmiştê li Makûya Rojhilatê Kurdistanê, du ciwanên Kurd yên wî bajarî, bi avêre çûn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du rojan 2 welatiyên Kurd yên gundê “Îlan Qere”yên Makûyê ku birabûn, dema çêrandina pezên xwe tûşî bûyera lehiyê tên û di encamê de jiyana xwe winda dikin.

Termê wan du ciwanan ku 27 û 17 salî bûn, ji aliyê tîmên alîkar ên rizgarkirin ji xeniqandinê hatine derxistin.

Her wiha di wê bûyera xwezayî a lehiyê de, 150 ser pez jî telef bûne û bi avê re çûne.

Gor hin raportan, waliyê Makûyê jî ragihandibû: Barîn û rabûna lehiyê xisarên mezin gihandiye baxçevan û cotkaran, her wisa pezvanên deverê jî li wê bûyerê zirarmend bûne.

Li aliyê din, bi gotina peyamnêrê Kurdpa 2 roj beriya niha, bi sedema rabûna lêmiştê, zeviyên cotkarên 18 gundên Çaldêrana Rojhilatê Kurdistanê jî, ji holê rabûne û rêyên navbera wan gundan jî bi çendîn demjimêran hatibûn girêdan.

Bi gotina midûrê giştî yê Birêveberiya kirîzên parêzgeha Urmiyeyê, ji destpêka buhara sala 2015`an heya niha, berhemên werzêrî û baxî yên wê parêzgehê, bi sedema bûyerên xwezayî, zêdeyî 517 milyard Tûmen zerer bi xwe girtiye.

Wî berpirsî amaje bivê yekê jî kiriye: Ji nava bajarên parêzgeha Urmiyeyê, bajarê mezin yê Urmiye bi 142 milyard Tûmen û Poldeşt jî bi 1 milyard Tûmen, mezintirîn zirar bi xwe dîtine.

Sêv, terî, gîz, badam û mêweyên bi dendik, ji mezintirîn zerer pê gihîştiyên wan berheman e.