LI KURDISTANÊ REWŞEK EWLEH LI HEV HATIYE

21:51 - 25 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Rewşa hin bajarên Kurdistanê seva Civînên Tehranê, bûye Ewleh – Polîsî.

Pêka rapora Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, Civîna welatên ne Derewest li Tehranê bûye sedema viya ku Komara Islamiya Îranê li ser rêyên “Sellewat Abad” jib o aliyê Sine, hijmara şûnên Pişkinandinê zêdetir bike.

Rapora Kurdpa bahsa viya dike ku rêyên sereke yên bajarên Sine bo Merîwan, û Seqiz û Kirmaşan û Hemedanê bibin şûna Polîs û Yêganên Taybet.

Her wisa Geryankarên Herêma Kurdistanê ku dicing tehranê, li wan herêman dikevine ber pişkinandina ji aliyê polîsan ve.

Çavkaniyên Herêmê ji Kurdpa re gotine ku hatin û çoyînên li Pîlewergehiyên “Derewran”a Merîwan û “Sîranbenda”a Bane hatine daxstin.

Berîtir jî raporek seva nedana Izna hatin û çoyînê li Sînorên “Hacî Omeran”a Herêmê tevî Îranê li Kurdpa belavbûn.

“Ehmed Riza Radan” Cîgirê Fermanderê Hêzên Ewlehiye Komara Islamî dibêje 110 Hizar Polîs û 850 Tîmên Parêzer jib o Ewleha Civêna han pêk hatine ku di Sînoran de li Serjêhelên 50, 30, 70 û 100 ji Sed e.

Civîna 16’emîn a welatên ne derewest li 31’ê Tebaxê heya 1’ê Îlonê dê li Tehranê birêve biçe.