Li Kurdistana Rojhilat navên Kurdî pitir ji navên Erebî û Farsî bikar tên

19:13 - 15 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li Kurdistana Rojhilata girîngîdan û bikaranîna navên Kurdî ji aliyên hemwelatiyan we, bi ser navên Erebî û Farsî de zal bûye.

Ligorî nûçeyên belavbûyî, Nawenda Kodik (Sebte Ehwal) a bajarê Mihabadê eşkere dike ku, ji despêka 6 heyvên despêka îsal ve, hemwelatiyên Mihabadê, pitir ji navên Erebî û Farsî, navên Kurdî liser zarokên xwe danîne.

Malpera “Haje” di vê derheqê de belav kir ku, ji her çav navên kur û keçan li bajarê Mihabadê, tenê navek Erebî an ku Farsî ye, û Sêyên din Kurdî ne.

Nawenda Kodikê belav dike ku, herçend di 6 heyvên despêka îsal de navê Mihemmed 144 caran hatiye bikaranîn û di pileya Yemekîn de ye, lê navên Ajwan, Mahan û Samyar, di pileyên Duhem û Sêhem û çarem de ne û bi vî awayî navên Kurdî cihê navên Erebî û Farsî digirin.

Nawenda navbirî herweha dibêje ku navê Avan û Niyan û Bavan û Ala navên herî zor in ku li Mihabadê liser keçan tê danîn.

Eva di demekî de ye ku piştî bideshilatgehîştina Hemeriza Şahê Îranê û piştre deshilata Komara Îslamî ya Îranê û qedexekirina navên Kurdî li îdareyên hikûmetî li parêzgehên Kurd akincî de, hemwelatiyên Kurdistanî bo zarokên xwe, ji navên Kurdî mifah wergirtine.