Li Kirmaşanê xortekî dawî bi jiyana xwe anî

14:36 - 18 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Di Çendr rojên derbazbûyî de, xortekî Kirmaşanî bi navê “Xolam-F”, ji ber pirsgirêkên hejarî, aborî û bêkariyê dawî bi jiyana xwe anî.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê div ê derheqê de eşkere kir ku, “Xolam-F” xwediyê du zarokan bûye, û bi sedema vê ku nekariye têçûya jiyana xwe dabîn bike, dawî bi jiyana xwe aniye.

Rewşa niha ya parêzgehên Îlam û Kirmaşanê û amara xwekûjiyên wan parêzgehan vê yekê îsbat dikin ku, gellek civan bi sedema bêkarî û hejariyê, dawiyê bi jiyana xwe tînin.

Eva di halkê deye ku, li parêzgehên Îlam û Kirmaşanê, rêjeya herî zêde a petrol, gaz û çavkaniyên xwezayî ên Îranê hilketine, lê Komara Îslamî ya Îranê, bi siyaseta birsîragirtina xelkê Kurdistanê, dixwaze gelê Kurd girêdayî xwe bike, da ku bikaribe siayasetên xwe bimeşîne.

Hêjayî base ye ku, destengî û bêkarî û nebûna derfetên kar, û herweha pirsgirêkên malbatî di Kurdistan di Îranê de, bi Yek ji sedemên sereke ên xwekujiya di nava hemwelatiyên Kurd de tê hesibandin.

Li gorî amarê ne fermî, di sale de 4 hizar hemwelatî di Îranê de, hewla xwekujiyê didin, û di sala 1395’an de ji wan hewlan, heyanî niha 500 kesî jiyana xwe ji dest daye.