Li Kirmaşanê fosîlek 73 milyon salî hat peyda kirin

13:47 - 1 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Li zanîngeha bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Îranê, fosîlek bi kevnartiya 73 milyon sal ji aliyê pisporek jin a kurd ve hat peyda kirin.


Li gorî nûçeya ajansa Fars a Îranê, vekolera kurd Ronak Grawendî ku li zanîngeha Kirmaşanê beşa geolojiyê dixwîne, karî fosîlek bi kevnartiya 73 milyon sal peyda bike.
Ronak Grawendî li bara vê serkeftina de got “Di encama vekolînên ku min li derdora bajarê Kirmaşnê kir min karî curek fosîl a bi navê ‘knoltid’ bibînin ku ji malbata mircanan e.”
Ronakê her wiha da zanîn ku ev fosîl û vedîtina wê ji aliyê pisporên geolojî yên zanîngeha Qahîre ya Misrê ve jî hatiye piştrastkirin.