Li Kirmanşanê, berberekanêya kiçên Kobanê di şanoyekê de dêhête nimayş kirin

16:22 - 23 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: biserhata kiçek kurdê xelkê Kobanê bo tolvekirin li hêzên DAEŞ, bi awayek şano di parêzgeha Kirmanşanê de dêhête nimayş kirin.

Li gor nuçegehaniya Ajansa Kurdpa, yek ji hunermendên Kurd, hola Ferhengî-hunerî li bajarê Kirmanşanê, şanoya ١٠٠ê biriye ser seko ku babeta vê şanoyê berberekanê ya keçekê xelkê kobanê ye tevî hêzên DAEŞ.
\"28690.jpg\"
Areş Mensûrî
Nivîskar û derhênerê vê nimayşê derheq bi şanoya ١٠٠ ragehand: şanoya han bas li jiyan û serpêhatiya keçekê li bajarê Kobanê dike ku hêzên “DAEŞ”ê bab û birayê wê kuştine û evê jî sond xwariye ku bo tolestandina wê kiryarê, ١٠٠ kes ji endamên DAEŞ bikuje.

Areş Mensûrî derhênerê şano, Ekrem himetî, Hîsamedîn Azadî û Armîn Dizfulîzade di şanoya 100 de rol hebûne. berê jî şanoya ١٠٠ li bajarê Îslam Awayxerb ser bi parêzgeha Kirmanşanê hatibû nîşandan.

Di heyama yek salê derbazbûyî de bajarê Kobanê di Kurdistana rojawa de bûye qada êrîşên dewleta îslamî naskirî bi “DAEŞ” ku li wîderê keçên endamên Yekîneya Parastina Jinan (YPJ) di eniya şer de şer dikin.