Li Kengaverê du ciwanan dawî bi jiyana xwe anî

21:07 - 16 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bêkarî û bêçareyiya darayî li bajarekî parêzgeha Kirmaşanê bû sedema xwekujiya du ciwanan.


Li gora nûçeya Ajansa Kurdpa, du ciwanên temen kêmtir ji 30 salî bi sedema bêkariyê li bajarê Kengaverê xwe kuştin.

Yek ji wan ciwanan bi navê Hadî Behramî ye ku bi demançeyê xwe kuştiye, û ê din jî bi navê Hemîd Ehmedî ye, ku bi xwarina bêqas ya dermanê “Overdose” dawî bi jiyana xwe anî.

Nûçegihaniya Kurdpa di vî abjarî de ragehand ku diyardeya xwekujiyê bi taybetî ya ciwanan îsal, bi awayekî cihê heyrîmanê zêde kiriye, û hemû hefteyekê nûçeya xwekujiyê di nav xelkê de belav dibe.

Bajarê Kengaver li dûriya 90 km ya Rojhilata Kirmaşanê hilketiye, û 84 hezar kes tê de dijîn. Di vî bajarî de li gor gotina fermandarê Kengaverê bêkarî li asta parêzgeh û asta seraserî jî derbaz bûye, û bûye tengejeyeke civakî.

Serjimêriya rêkxistina tendirustiya cîhanî qala vê yekê dike ku di nava 100 hezar jin û mêran de, 3 jin û mêrek dest bi xwekujiyê dike.

bi awayekî navgîn rojane 11 kes di Îranê de bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest didin.