Li Îranê xwekuştina welatiyan ranaweste

16:57 - 21 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: jineke Kurda Ciwanroyî li Kirmaşana Rojhilatê Kurdstanê, bi sedema hejarî û xizaniyê agirberda leşê xwe û dawî bi jiyanê anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniay kurdpa, duh çarşemî 20`ê gulanê jineke bi navê Zerîn Kamranî ku rûnişvana gundê Sefîava ya ser bi Ciwanroyê bû, bi rêya xweşewitandinê dawî bi temenê xwe anî.

Tê gotin wê jina ciwan bi sedema hejarî û nebûna tu pêdiviyên debara jiyanê( bi neçarî) xwe kuştiye.

Li aliyê din, hemwelatiyekî din yên Kurd li Kengawer a Kirmaşanê bi benekî xwe darve kir û di encamê de jiyana xwe winda kir.

Hat ragihandin ku ew welatiyê Kurd xwedî du zarok bûye û wî jî bi sedema hejarî û pirsgirêkên madî, dest bi xwe kuştinê kiriye.

Gorî jimartinên ku li navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî enam dan, ji destpêka buhara 2015`an heya niha,15 kesan li Rojhilatê Kurdistanê dest bi xwekuştinê kirine û di encamê de mirine.

Hêjayî gotinê ye ku ew amar tenê amaje bi haletên bi fermî hatinî sebtkirin dike; jixwe di rastiyê de hejmara haletên xwekuştinê li deverên Kurdakincî gelek zêdetir ji wan weşanan e ku di medya û ragihandinan de tên tomar kirin.
Di çarçoveya parastina şeref û namûsê de, piraniya hemwelatiyên Kurd bûyerên xwekuştinê vedişêr in û rê nadin da raya giştî bi rêya medya û ajansên nûçegihanî jê bên agahdar kirin.