Li Îranê Salane 2500 Bûyerên Qetl Diqewimin

12:32 - 28 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Berpirsê Polîsê NACA, Hesen Betûlî ji nûçegihaniya ISNA yê ragihand ji sedî 50 ji wan qetlan bi sedema destrêjî û pirsên namûsî diqewimin.

Navbirî herwiha got ku li gor serjimêriyên NACA li sala borî de 968 bûyerên destrêjiyên cinsî li welatê Îranê de çê bûn ku 600 ji wan bi rezayeta her du aliyan bûne û yên din jî bi awayek bi zorî bûne.

Betûlî beşek din ji wan qetlan vegerand bo pirsên, aborî, albatî, dizî, şer û pevçûnên nava şeqaman de.

Navbirî bi vî awayê gotinê xwe bi dawî anî: \"ji sedî 90 ji wan qetlan li navenda NACA de hatine tomarkirin û serjimêriya rastîn ji vê hindê zêdetir e.\"