LI HEYVA BIHORÎ DE 60 JI SEDA PETROLA ŞANDIYA ÎRAN BO TURKIYE KÊM BÛYE

21:19 - 14 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Li heyva bihorî a zayînî de 60 ji Sedê Henardeya Petrolê jji aliyê Îranê ve bo Turkiye hatiye kêmkirin.

Nûçegihaniya “Reuters” belavkiriye Palwgeha Petrolê a “Topraş”a Turkiye hema 2 caran Petrol ji Îranê kiriye ku ew rêje di rojê de 70 Hizar bermîl in.

Ewe di demekê de ye ku berîtir Hukûmeta Turkiye rojane 180 Hizar Bermîlên Petrolê dikirîn.
Berhem’anîna Petrola Xaw a Îranê di heyva bihorî de gîhaye 2 Milyon û 817 Hizar Boşke ku di çîheva 3 Heyvên bihorî de 566 Hizar Boşke hatiye kêmkirin.

Di rapora “Opek”ê de hatiye ku her Bermîlek Petrola Îranê di bazarên Cîhanî de 109 Dolar e û pêka wê Nirxê Hukûmeta Îranê di çîheva sala 2010’an de 3 Milyar Dolar zirar kiriye.

Her di wê pêwendiyê de Navenciya berhem’anîna Petrola Îranê di sala 2010’ê de heya niha 890 Hızar Boşke hatiye nizmandin.