Li Ehwazê şer û pevçûn dîsan rû da

16:29 - 15 Nîsan 2012
Kurdpa: Hewdem di gel meşa hemwelatiyên Ereb ên Ehwazê bi boneya salroja “meşa 24’ê Xakelêweyê” hemwelatiyek Ereb hate kuştin û sê kes ji hêzên Întizamî ên rejîma Îranê jî bi tundî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Kurdpayê ji aliyêçalakvanên mafê mirovan ên Ehwazê ve, Şehab Heyawî temen 25 sal, û xelkê Qesebe ya ser bi herêma Îbadan li encama teqe û gulleberdana hêzên Întizamî de canê xwe ji dest da, û gellek kes jî hatin destbiser kirin.

Her d vê derbarê de, hêzên rejîma Îranê li nuqteyeke lêgerînê de xelk dane ber gulleyan û li encam de xelkê jî dijkiryar ji xwe nîşan dane ku li encam de şer û pevçûnek tund pêk hatiye û sê kes ji hêzên Întizamî jî bi tundî birîndar bûne.