Li Dêhgulanê çalakvanekî sivîl hat bangkirin

15:27 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Navenda ewlekarî ya Dêhgulana rojhilatê Kurdistanê, çalakvanekî sivîl yê wî bajarê, bi armanca lêpirsînê bang lê kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî bervar 30`ê hezîran (june)ê, Sîrvan Husênpenahî çalakvanê sivîl ê Kurd û zindaniyê siyasî yê berê, bi îdareya Îstixbarat (Îtilaat) a Dêhgulanê hat vexwendin.

Bi gotina xizmekî wî çalakvanê Kurd, sedema vexwendinê hatin û çûyîna wî bi Navenda Parêzeran, herwiha berevanîkirin ji Nesrîn Sitûde bûye.

\"28045.jpg\"
Sîrvan Husênpenahî çalakvanê sivîl û zindaniyê siyasî yê berê
26`ê gulana îsal, Sîrvan Husênpenahî ligel çend çalakvanên din ên Kurd hember Navenda Wekîlan, piştevaniya xwe bi Nesrîn Sitûde re dabûn xuyakirin.

Wan çalakvanên Kurd hember ji kar avêtina parêzer Nesrîn Sitûde bertek nîşandabûn û daxwaza dubare erkdarkirina wê kirbûn.