Li Bokanê têzav bi ser 3 jinan de hat reşandin
15:32 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Careke din bûyera avêtina têzavê a li Îsfehanê pêkhatî, dubare bû. Li Bakana rojhilatê Kurdistanê, têzav (asîd) bi ser 3 jinan de hat reşandin û ew bi giranî birîndar bûn.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî 14 `ê tîrmeh (july)ê, jinek û du keç bi awayên cuda ji hev, ji aliyê kesên nenas ve têzav bi ser wan de hat reşandin û bi dijwarî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî vê derbareyê de destnîşankirin: Şewa borî demjimêr 23:00, du jin(keçek û jinek) ku ji meydana Kurdistan berjêr dibûn, nişkave bi reşandina têzavê re rû bi rû dimînin û tenduristiya xwe winda dikin.
Têkildarî heman mijarê, keçeke 24 salî ji di heman şevê de asîd bi ser de hat reşandin ku ew jî rakirine nexweşxaneyê.
Wê derbareyê de malperên herêmî tevî piştrastkirina wan nûçeyan, ragihandineku heya niha failên wan bûyeran nehatine naskirin.
Qewimîna wan 3 haletên avêtina têzavê bi ser jinan de di demekê de ye ku sala borî jî li Îsfeha û Tehrana Îranê, çendîn haletên wisa hatibûn holê. Berpirsayetiya wan haletên reşandina têzavê, şaxeya Besîc û Sipaha Pasdaran bi stû girtibûn.
Tevî vê yekê ku hatibû eşkerekirin ku Besîc wan karane wek erkek (vexwendin bo çakî û durxistin ji xirabiyê), encam didin, lê hikûmet tu hewlekî bo ji holê rakirina bûyerên bi wî rengî nagire ber xwe.
Pêştir Çalakvanên Mafên Jinan, meclîsa Îranê berpirsyarê wan kiryarên nemirovane dabû zanîn; jiber ku (tevî zanebûnê) hember bûyerên bi wî şeklî diqewimin, tu bertekan ji xwe nîşan nade.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî 14 `ê tîrmeh (july)ê, jinek û du keç bi awayên cuda ji hev, ji aliyê kesên nenas ve têzav bi ser wan de hat reşandin û bi dijwarî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî vê derbareyê de destnîşankirin: Şewa borî demjimêr 23:00, du jin(keçek û jinek) ku ji meydana Kurdistan berjêr dibûn, nişkave bi reşandina têzavê re rû bi rû dimînin û tenduristiya xwe winda dikin.
Jinek û du keç li Bokanê tezav bi ser de hat reşandin
Ew jin û keça ku têzav bi ser wan de hatî reşandin, ji hêla pişt û navmilan ve bi giranî şewitîne. Ew niha li bingehên tenduristî, bin çavdêriya bijîşkî de ne.Têkildarî heman mijarê, keçeke 24 salî ji di heman şevê de asîd bi ser de hat reşandin ku ew jî rakirine nexweşxaneyê.