Li Bakur rewşa wêjeyê

22:39 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
Cemil Oguz
Ev nivîs bersiva pirsa Helîm Yûsiv \'Gelo dema wêjeyê derbas bûye?\' ye. Emê li bikin rewşa Bakur raxin ber çavan.

Bi kurtahî: Li Bakur wêje namire, jê wêdetir pêş dikeve.

Piştî Helîm Yûsiv diyar kir ku di panela ku çûbû de beşdar hemû extiyar bûn, ciwan nîn bûn û pirsa xwe kir (1), Bawer Rûken bi gotina \"Wêje stargeha giyanên bindest e\" li ser meseleyê sekinî (2).
Em ji ser îstatîstîkan re meseleyê bigirin dest.

Di vê serdema teknolojiyê de gere wêje li paş biketa lê li nav kurdan de her diçe pêş dikeve. Sedem jî herhal ev ku em kurd hê ji wêjeyê têr nebûne, me bi têra xwe tehm nekiriye.

Weşanxaneyên kurd
Dema nivîskarekî/e kurd pirtûkek ji edîtorekî weşanxaneyên kurdan re dişîne, ew edîtor hezar carî digirî ku \'pirtûk nayên firotin, eleqe nîn e\' û gelek tiştên wisa. (Dibe ku di hin waran de mafdar be jî, ji bo vê ev ne meseleya me ye) Digel vê yekê li nav kurdan her ku diçe hejmara weşanxaneyan zêde dibe. Îsal bi qasî ez dizanim du hebên din, weşanxaneyên \"Zîbeq\" û \"Dîwan\" li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Herhal hejmara weşanxaneyan gihîşt 20\'î.

Kovarên kurdî
Di qada wêjeyê de yek ji gavên ku ast û rewşa wêjeyê nîşan dide jî kovar in. Li dinyayê gelek nifş û ekol ji nav kovaran derketine. Ev hinek li nav kurdan jî wisa ye. Mînaka \'Nefşê Rewşen\'ê. Û li nav kurdan di van salên dawî de, digel kovarên ku weşana xwe didomînin (wekî W, Tîroj, Nûbihar, Zend, Çirûsk) çend kovarên din li van zêde bûn ku ev kovar ji aliyê ciwanan ve hatin derxistin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê \"Pêngav\" derxistin (weşana wê didome), yên Enqereyê jî bi navê \"Asîva\" kovareke derxistin ku ew jî weşana xwe didomîne. Li Cizîrê dîsa çend ciwan hatin ba hev û \"Hawar Botan\" derxistin. Her çiqas ji her 4 hejmarên derketî 3 jê hatin berhevkirin jî kovar hê li ser piyan e. (Ger min kovarên din ên xwendekaran ji bîr kiribin, min agahdar bikin ezê lê zêde bikim)
Ev rewşa xwendekaran rewşeke berevajî dîmena ku Helîm Yûsiv di nivîsa xwe de nîşan daye ye. Ne tenê ev, hin agahiyên din jî hene. Ew jî \"Şêwrên Xwendinê\" yên ciwanan in.

Şêwrên Xwendinê yên ciwanan
Di salên 90\'î de li NÇM\'a Stenbolê panel û sohbetên li ser wêjeyê eleqe didîtin. Piştî salên 2000\'î van panel û sohbetan berê xwe da bajarên Bakur (zêdetir jî bi çalakiyên li nav festîvalan). Niha careke din li hin bajaran ciwan berê xwe didin nîqaşên li ser wêjeyê. Di van salên dawî de li Seyr-î Mesela li Stenbolê komek ciwan (jê hin xwendekarên zanîngehê, hin ne xwendekar) bi navê \"Şêwra Xwendinê\" xebatek li ser wêjeyê dabûn dest pê kirin û di her kombûnekî de pirtûkek nivîskarekî kurd dinirxandin.
Li Amedê jî komek ciwanan çalakiyeke wisa da dest pê kirin û van demên dawî de ez dibihîzim li Îzmîr û li Qoserê deng ji xebatên wisa tê.

Pirtûkên kurdî
Li gor îstatîstîkên ku ez amade dikim, di van 5 salên dawî de her sal hejmara pirtûkan ji salên berê zêdetir dibe. Piraniya van pirtûkan jî pirtûkên roman, çîrok û helbest in; kêm jê lêkolîn, nixandin, pirtûkên dîrokî û hwd in. Li gor îstatîstîkên li ber destê min, li gor dawiya gulana 2012\'yan li Bakur 15 roman/novel hatine weşandin.

Dema em van bidin ber hev, em dibînin ku li nav kurdan wêje hê jî bi paş ve naçe, berevajî vê bi pêş ve diçe. Dîsa berevajî Ewropayê (li gor tiştên Helîm Yûsiv nivîsîre) li Bakur ji extiyaran zêdetir ciwan di nav vê qadê de ne. Dema em bala xwe didin guhdarên panel û gotûbêjan jî em ji extiyaran zêdetir em ciwanan û kesên ji temena navîn dibînin.

Lê ev tiştên me gotin dê çiqas bidome nediyar e. Bi rewşa kurdan a siyasî ve jî girêdayî ye. Mînak em bibêjin di nav 5 salan de li Bakur perwerdehiya bi zimanê kurdî dest pê bike (ez qala \'Dersa Hilbijêr\' nakim, jixwe ez dijî vê me jî ku ev mijareke din e) wê çaxê dibe ku digel ciwanên li jor me qal kir, zarok jî dest bi xwendina wêjeya kurdî bikin. Mînak li Tirkiyeyê, li dibistanên tirkî \"100 pirtûkên wêjeyî ku Perwerdehiya Neteweyî\" pêşniyar kirine û dide xwendin hene. Ku li nav van digel hin klasîkên dinyayê gelek jê pirtûkên nivîskarên tirk e. Em bibêjin piştî 5 salan perwerdehiya bi kurdî dest pê bike û lîsteyeke wisa ji bo kurdî jî bê amadekirin gelo dê wêjevanên kurd ku heta niha ev kar domandine û zarokên ku nû dê dest bi dibistanê bikin negihên hev?

Bi gotina dawî: Heta niha têkoşîna siyasî ya kurdan li ser milê ciwanan bû. Bi wan dest pê kiribû û dom dike. Meseleya wêjeyê ya kurdan jî li ser milê ciwanan e. Ew kesên di salên 90\'î de dest bi wêjeyê kirin û bû 15-20 sal vî karî didomînin hê extiyar nebûne, lê bi wan re, li dû wan nifşeke nû hat ku ev nifş niha dest bi afirandinê dike.

Jêder: diyarname