Li bajarê Urmiyê keçeke 12 salî dawî bi jiyana xwe anî

21:50 - 24 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di bajarê Urmiyê de keçeke temen 12 salî bi sedemên pirsgirêkên civakî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeyên ku gihane Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çend roj berî niha keçeke temen 12 salî bi navê Yelda keça Mihemd di şehreka Danêşgah a bajarê Urmiyê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor gotina çavkaniyên haydar, dema ku diya wê ji bo zarokbûyînê di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê de hatibû razandin, navbirî bo serdana diya xwe çûbû nexweşxaneyê, piştî vegeriyana ji nexweşxaneyê bavê wê jê re gotibû ku here bo mala hevala xwe, lêbelê dema ku navbirî diçe ber derê mala hevala xwe, diya hevala wê rê nade ku ew here mala wan, û ev jî piştre vedigere û di mala xwe de, xwe dikuje.

Hêjayê gotinê ye ku yek ji sedemên zêdebûna xwekujiyê di Îranê de, berdestbûna made, yan jî alavên xwekujiyê ne, û niha di Îranê de, her cure made weke hebên siyanûr di her cihekî de dest dikevin.

Li gor lêkolîner û civaknasan, di Îranê de mijarên xwekujiyê di girûpên weke namûsî, pirsgirêkên exlaqî, pirsgirêkên malbatî, nebûna derfetên dersxwendinê û zevacê, destengî û hejarî, eşkerbûna heqîqetan, zextên ruhî û hundirî, tûşbûn bi madeyên hişber û…hwd, tên dabeşkirin.