li bajarê Sine ciwanekî Kurd rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê hat

21:03 - 17 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Di encama teqeya hêzên çekdar yên Hikûmeta Îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya nûçegihanê malpera Kurdpa, çend roj berê ciwanekî Kurd xelkê bajarê Sine, li ser riya Sewlava, kete ber teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, û piştî mana çend rojan di nexweşxanê de, jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya wî ciwanê Kurd Erselan Berzger temen 29 salî hatiye ragehandin.

\"28792.jpg\"
Erselan Berzger
Çavkaniyekî haydar,malpera Kurdpa re ragehandiye, ev ciwanê Kurd tu sûçê wî tunebûye, ku li ser rêya Sewlavayê rastî teqeya hêzên leşkerî hatiye,û piştî demekê ji bo nexweşxaneya Bê’iset a bajarê Sine hatiye şandin.

Dem bi dem hevwelatiyên sivîl yên Kurd, bi tometên cur bi cur ji aliyê hêzên Hikûmetê ve êrîş li dijî wan tê kirin, û di encamê de jî kuştî û birîndabûna hevwelatiyan jê dikeve.