Li Bajarê Merîwanê Devreyek Hînkirina Çîrok nivîsînê birêveçû

13:27 - 7 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Devreyek hînkirina çîrok nivîsînê ji aliyê nawenda çandî û hunerî a Vejîn ,li bajarê Merîwanê de birêveçû.

Malpera nawenda Vejîn bilav kir, nawenda wan bi alikariya Mamosta “Eta Nehayî” di nêviya meha Nîsanê de devereyek taybetî a hînbûna çîrok nivîsînê bi zimanê Kurdî birêvebir.

Nawenda Vejîn daxwaz ji hemû alîgirên xwe kirine ku jibo pişikdarî di devreya han de serdana binkeya Nawenda Vejîn di baxparka bajarê Merîwanê bikin.

Nawenda çandî û ferhengî a Vejîn di heyamê çend salên bihurî de gelek çalakî yên çandî û hunerî wek: civîna rêzgirtin ji Osman Hewramî, bilin ragirtina şeva Yelda û hejimarek devreyên hînkirina zimanê Kurdî,Mosîqa, Helbestên Kurdî li bajarê Merîwanê birêve birine.