Li bajarê Ciwanroyê ciwanekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

20:26 - 18 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Li Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Ciwanro a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ciwanekî 27 salî, bi sedema destengî û hejarî û têçûya jiyanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya gihaye ajansa nûçegihaniya Kurdpa yê, roja Sêşemî berwarê 16’ê Şubata sala 2016’an, ciwanekî Kurd binavê “Cebar Qadirî” xelkê bajarê Ciwanroyê, bi sebeba nebûna derfeta kar û giraniya bijîwa jiyanê, dest di avêje xwekujiyê û di mala xwe de xwe bidarve dike û di fetisîne.

Eva di demekî de ye ku tenê 6 heyv bi ser pêkanîna jiyana hevpar a “Cebar Qadirî” de derbas dibe.

Cebar kedkarê çêkirina avahî û derûbanan bû, lê heyamê çend heyvane ku bêkar maye û giraniya bijîwa jiyanê zext û giwaşek zêde xistibû ser mile wî.

Eva di demekî de ye ku berî rakirina dorpêçên ser Îranê û bitaybetî piştî rakirina dorpêçan, karbidestên Komara Îslamî rojane bas ji bêtirbûna rewşa aboriya welat û jiyana xelkê di Îranê de dikein, lê mixabin sozên wan tenê di çarçoveya gotin û dirûşman de dimînin û roj bi roj jiyana xelkê Îranê ber bi xirabiyê ve dice, bi awayekî ku ciwanên weke Cebar, dawî anîn bi jiyana xwe, bêtir ji domandina jiyanê dibînin û dawiyê bi jiyana xwe tînin.