Leyla Zana bi Kurdî sonda yasayî xwar

20:29 - 18 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Leyla Zana parlemantara Kurd a nûnera Agiriyê li parlementoya Tirkiyê de bi sondxwarina bi zimanê Kurdî di parlementoya Tirkiyê de, berbirûyê rexneyên nejadperestan bû.

Li gora nûçeyên ku belav bûne Leyla Zana parlementera Kurd berî vê ku dest bi sonxwarinê bike got: “Bi hêviya aştiyeke birûmet û mayînde.”

Piştre dest bi sondxwarina xwe ya bi Kurdî kir. Herçend ku piştî sondxwarina wê, daxwaz jê hate kirin ku bi zimanê Tirkî jî sonda yasayî bixwe, lê wê qebûl nekir. Vê kiryara Leyla Zana deng û hawara hinek ji parlementarên Tirk bilind kir, û wan Leyla Zana bi binpêkirina peyrewa navxwe ya parlementoyê û binpêkirina yasaya bingehîn ya Tirkiyê tometbar kirin.

Her di vê derheqê de xaleke girîng ew bû ku Leyla Zana destewajeya “hevwelatiyên Tirkiyê”, di cihê destewajeya “Hevwelatiyê Tirk” de bi kar anî, ku di yasaya bingehîn de hemû hevwelatiyên ku di Tirkiyê de dijîn wekî Tirk hatine hesabkirin.

Hêjayî basê ye ku nûnerê Amerîkayê jî di vê rûniştina parlementoya Tirkiyê de amade bibû, lê ragehadiye ku bi sedema vê ku bi awayekî baş karê wergeranê jê re nehatiye kirin û ew ji Leyla Zana tênegihîştiye, nikare tu tiştekî li ser bi Kurdî axivtina wê bike.

Leyla Zana yekem car di sala 1991’an de, di parlementoya Tirkiyê de bi Kurdî qise kir, û di encam de cezaya 15 sal girtîgehê ji wê re hate birîn, û pênc hevalên wê jî bi cezayên cur bi cur hatin mehkûmkirin.