Leşkerên Îranê xwezaya Kurdistanê dişewitinin

16:45 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Beşek berçav ji darûbarên paweya rojhilatê Kurdistanê tûşî şewatê bû. Sedema sereke ya vê bûyerê plana hêzên leşkerî yên Îranê hat destnîşankirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan ji 4 hêlan ve daristanên paweyê bi bûyera şewatê re rû bi rû ma û tûşî zirareke mezin bû.

Welatiyên bajarê Pawe ser vê baweriyê ne ku ew agir pêkevtine bi qest, ji aliyê Hêzên leşkerî yên Îranê ve hatiye encam dan.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa, şewata ku li daristanên Pawe pêkhatî, ji aliyê şêniyên deverê û çalavanên jîngehparêzî ve hatiye kontirolkirin.

Hêjayê gotinê ye tevî vê yekê ku navendên peywendîdar ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê haydarê wan bûyerên şewatê ne, lê tu hewlekî bo vemirandina agir nagrin ber xwe. Her wiha li tu parêzgehên kurdistanê, alavên pêşkevtî yên vemirandina agir nehatine dabîn kirin.

Li aliyê din piraniya şêniyên Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin. Piraniya caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmeta li daristana dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê şewitandine.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyerane. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.