Leşkerên Îranê şivanan jî qetil dikin

13:51 - 13 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema gule reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên Îranê li tixûbê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî Ciwanroyî ku sewalên xwe diçêrand in, hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan (10`ê hezîranê), hêzên leşkerî ên Îranê li sînorê Kirmaşanê, hemwelatiyekî Kurd ê bi navê Xefar Mihemedî, xelkê gundê “Kilaş” ê Ciwanro, bi guleyan hedef girtin û di encamê de ew kuştin.

Gorî çavkaniyên herêmî û rapora peyamnêrê Kurdpa, wî welatiyê Kurd li devera lê hatî kuştin, şiwanetî dikir ku bi gule avêtina rasteqîne a hêzên hikûmeta Îranê bi ser we de, hat qetilkirin.

Hêjayî gotinê ye Xefar Mihemedî eyaldar û xwedî du zarok bû. Ew piştî birîndarbûnê rakiribûn nexweşxaneyê û rojek binçavdêriya bijîşkî de mabû, lê bi sedema giraniya birînan, beriya niha bi çend rojan jiyana xwe jidest da.

Gorî bîlançoya li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomarkirin, ji destpêka buhara evsal heya niha, 11 kes bi gule reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin. ji wan 11 kesan, 5 hatine kuştin û 6 jê birîndar bûne.