Leşkerên Îranê kasibkarekî din jî kuştin

14:20 - 28 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên Îranê li Zindeşta ser bi Selmasa rojhilatê Kurdistanê, kasibkarek ku bi rêya veguhestina baran, bazerganiya ser sînor dikir, qetil kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kasibkarekî Kurd ê bi navê Xusrow Emînzade xelkê gundê Zindeşta Selmasê, li devera sînorî ya Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê (Sêro) hat qetilkirin.

Li aliyê din, Hêzên Sipaha Pasdaran li Nosûda ser bi Paweye rojhilatê Kurdistanê, bi êrîşkirin bi ser kasibkaran, bi gule reşasndin bi ser wan de, kalayên ku bi wan re bûn girtin birin.

Duh 27`ê hezîranê hêzên Sipaha Pasdaran li devera “Dewawan”a Nosûde êrîş kirin ser kasibkar û kolberan. Di encama êrîşê de kasibkar reviyan û ji aliyê leşkeran ve jî dest bi ser kel û pelên wan de hat girtin.

Welatiyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.