Leşkerên Îranê dîsa gule bi ser hemwelatiyan de reşandin

16:44 - 28 Gulan 2015
Ajansa kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd li Selas Bavecanî ya ser bi Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema gule reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên Îranê, bi tundî hat birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 27`ê gulanê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê li Selas Bavecanî, tirombêla hemwelatiyekî wî bajarî hedef girtin ku di encamê de ajovanê wê wesayîtê bi tundî hat birîndarkirin.

Ew welatiyê Kurd ê bi navê Selah Weysî, bi gumana veguhestina kalayên qaçax gule bi ser de tên reşamdin û birîndar dibe.

\"26746.jpg\"
Selah Weysî yê hatî birîndar kirin
Bi gotina peyamnêrê Kurdpa, gule bi serê Selah Weysî girtiye û li halê hazir ew li nexweşxaneya Taliqanî a bajarê Kirmaşanê, bin çavdêriya bijîşkî da ye.

Pizîşkên nexweşxaneyê, rewşa tenduristî ya wî hemwelatiyê Kurd giran wesifandine.

Her wisa yekşemiya borî, hêzên Sipaha Pasdaran û hêzên leşkerî ên hikûmeta îslamiya Îranê êriş biribûn ser kasibkaran û dest bi ser kelûpelên wan da girtibûn.

Bi gotina çavkaniyên agah ên nûçeyan, piştî dest biser de girtina kalayên kolberan, şêniyên devera Nosûd bi dar û beran êrîş kiribûn ser leşkeran û nehîştibûn dest bi ser kelûpelan de bigrin. Her wiha hat ragihandin di vê ortê de hejmarek kelûpel ji aliyê hêzên leşkerî we hatin dizîn.

Piraniya caran hatiye dîtin ku hêzên leşkerî gule bi ser hemwelatiyan de reşamdine, lê piştî kuştin yan birîndarbûna wan, eşkere bûye ku tu kalayek qaçax bi wan ra nebûye.

Gorî bîlançûya li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomar kirin, ji destpêka buhara evsal heya niha, 6 hemwelatiyên Kurd di rê û banên girêdayî hev ên Rojhilatê Kurdistanê de, bi guleyên rasterast ên leşkerên Îranê, hatine kuştin û birîndar kirin.