Leşkerên Îranê dîsa du kasibkar kuştin

15:52 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Di xala sînorî ya di navbera Îran û welatê Tirkiyê de, leşkerên Îranê bi awayekî rasterast gule bi ser kasibkaran de reşandin û di encamê de du kolber qetil kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan du kasibkarên Kurd li sînorê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ligel Tirkiyê, ji aliyê lêşkerên Îranê ve (bi qest )gule bi ser de hatin barandin ku di encamê de du kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Şahêdên bûyerê li ser vê mijarê ji ajansa kurdpa re ragihandin: Leşkerên Îranê bi qest kasinbkaran bi guleyan hedef digrin û bi bêy berçavgirtina yasaya bikaranîna çekan, wan qetil dikin.

Peyamnêrê Kurdpa li Urmiyê nasnameya wan du kasbkaran, Aram Şahînijad (19) kurê Kazim û Sefyedîn Ysufî Banî temen17 salî ragihand.

Ew du kasibkarê hatinî kuştin, li gundên Pesan û Banî yên ser bi Tirgevera Urmiyê bûn.

Çavkaniyeke agah a Herêmê vê der bareyê de ji ajansa Kurdpa re got: “Wan du civanên Kurd bi neçarî bi armanca dabînkirina debara jiyanê rû bi bazerganiya ser sînor kirbûn.”

Şêniyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.