Leşkerên Îranê dîsa ciwanekî belûç qetil kirin

14:07 - 29 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya kuştin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê ve, welatiyekî din ê Belûç hat qetilkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, civanekî Belûç ê bi navê Seyfulah Sultanpûr li bajarê Çabuhar, bi sedema gule reşandina rasteqîne a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê bi ser de, dawî bi jiyana xwe anî.

Hatiye ragihandin, piştî birîndarbûna dijwar a wî ciwanî dixwazin wî rakin nexweşxaneyê, lê bi sedema giraniya birînan di nava rê de jiyana xwe ji dest dide.

Kampaniya çalakvanên Belûç vê derbareyê de belav kiriye ku Seyfulah Sultanpûr beriya gihîştin bi nexweşxaneyê di nava rê de dawî bi jiyana xwe tîne.

Gorî amara Kampaniya Mafên Mirovan, di di du mehên destpêkê ên sala nû ya rojî li Îranê, 4 ji wan jin û zarok 14 hemwelatiyên Belûç bi gumana veguhestina kel û pelên qaçax, yan guh nedan bi hîmayên ravestandinê yên hêzên leşkerî, jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha sala borî jî, ji hejmara 22 gule reşandinên raste rast ên hêzên leşkerî yên Îranê bi ser welatiyên Belûç de, 7 ji wan birîndar û 15`an jî jiyana xwe ji dest dabûn.