Leşkerê Îranê sewal talan kirin

15:46 - 25 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên hikûmeta îslamî ya Îranê, 800 ser pez ên welatiyekî Kurd, li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê destbiserde girtin û hejmarek jî kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan hêzên leşkerî ên sînorî li devera Mirgever a Urmiyê, 800 ser pezên welatiyê bi navê Ebdulwehab li gundê “Memekan” a Mirgever talan kirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên leşkerî bi darê zorê û gulereşandin bi ser sewalan de ew ji xwediyê wan standine.

\"27082.jpg\"
Hêjayê gotinê ye di vê gulereşandina hêzên leşkerî yên Îranê bi ser sewalan de, 50 ser pez û bizin hatine tunekirin.

Çavkaniyeke agah li ser vê bûyerê peyamnêrê Kurdpa re got: Pişt talankirinê hêzên leşkerî bi awayekî lezgîn dest bi firotina sewalan kirin ku wê yekê bertekdana hemwelatiyan bi pey xwe hişt.

\"27083.jpg\"
Wê çavkaniyê amaje bi vê yekê ji kir: Leşkerê Îranê bertekdana welatiyên Mirgevera Urmiyê hember firotina sewalên wan de, bi guleyan bersivandin.

Heman jêderê ragihand: Welatiyê Kurd ê sewalên wî hatî talankirin, bi armanca mifahwergirtin ji qezencên heywanên xwe ber bi zozanan ve çûbû lê destvala zivirî.

Bin munasibeta demsala koçandina sewalan, her sal pezvan pez û sewalên xwe ber bi tixûb û zozanan ve dibin, ew yek jî hecetek dide dest hêzên leşkerî ên Îranê, da kanibin dest biser terş û heywanan de bigrin û wan talan bikin.