Lênihêrînek li ser şoreşa mezin a Simkoyê Şikak

15:37 - 19 Şibat 2013
Unknown Author
Mihemed Salih Qadirî

Destpêk; Derbarê rêberekî navdar wekî Simkoyê Şikak û serhildana mezin a wî gellek hatiye gotin û nivîsandin. Bona vê çendê ku em rastiyan bi wî awayî ku hebûn, bixin berçav û lêkolîn û nirxandina me li ser bingeheke zanistî û dûr ji her cure demargirjîyekê be, pêwîst e em bi awayekî rastbînane vegerin bo dîroka sed salan berî niha. Divêt bi ravekirina rewşa wê demê ya civaka Kurdistanê di warên siyasî, çandî, civakî, aborî û wd...de ku weke fakterên hundirîn rol lîstine, piştre bi dahûrandina rewşa wê demê ya Îran, herêm û cîhanê ku weke fakterên derekî rola neyinî lîstine, em bizanibin ka Simkoyê Şikak di nava behra tejî ji pîlan û pêlên bahozên hundirîn û derveyî de, çawa kariye di wê demê de, bêy organîzasyoneke siyasî li hember desthilatdarên Qacar û Pehlewiyan û her wiha dijberiya Ûris, Îngilîst û Turkan de yekîtiya eşîrên Kurd ji Makûyê re bigire heta Bane pêk bîne û bo dema çendîn salan desthilateke neteweyî ava bike.

Her wiha ramana nasyonalîstî û pêşketinxwaz ya Simko bi vekirina yekemîn Komeleya Cîhandana Kurd û bi derkirina yekemîn rojnameya Kurdî di Îranê de bi alîkariya Ebdulrezaq Bedirxan û 20 sal xebat û di encamê de bexşîna can û malê xwe di rêya damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdî de, çi xizmetek ji dîroka xebata tejî serfirazî a neteweya Kurd kiriye û aqibet em bizanin Simko di doma şoreşa xwe de, tevî hemû xalên bihêz û xurt ên wî ku hêj ciyê rûmetê ne, xalên wî yên qels û lawaz çi ne û bi wêrekî û netirsane wan destnîşan bikin, bona wê çendê ku em waneyan ji wan werbigirin û bikin bi ronahîkerê pêşeroja xebata xwe. vî karî em dê bikarin hem mezinatiya Simko biparêzin û hem jî rastiyên dîroka sed salan berî niha ya neteweya xwe bi wî awayî ku hebûn, pêşkêşî nifşa îro bikin.

Ji bo nivîsandin li ser Simkoyê Şikak, hewceyî bi geriyan di nava arşîva welatên weke Rûsiya, Îngilîstan, Fransa û .. heye. Eva bona vê yekê ye ku ji bilî nivîsarên dujminên Kurdan ku hewla tevlîhevkirina dîroka xebata Simko û kesayetiya wî dane, em dê bikarin dîroka rastîn ya wê qonaxê ji xebata neteweya xwe bi serokatiya Simko şîrove bikin. Bi kurtî em dikarin bibêjin Simko li gorî serdemê jiyana xwe, mirovekî xwedî çand (bi ferheng) û pêşverû bûye. Bi bandorwergirtin ji rewşa pêş û piştî şerê yekemîn yê cîhanî, hestekî xurt ya nasyonalîstî li bal wî pêk hatiye. Lewra ramana avakirina dewleta serbixwe ya Kurd li gor wî armanceke sereke bûye.

Sed salan berî niha awayê lixwekirina cil û berg, xwarin û rakişandina hêla telefonê ji Kela Cehrîqê bo Mehabadê û hebûna piyano û Serşoka pêşket(hemam) di mala Simko de, nimûneyên çanda pêşketî ya Simko ye. Biîsrarbûna Simko ji bo bidestveanîna mafên neteweyî ên Kurd di nivîseke wî de ji bo Hakimê Azerbaycanê, derdixe holê ku di sala 1922’an de nivîsandiye: “Çawa ye ku neteweyên biçûk ên cîhanê ku nifûsa wan yek ji çarê ya xulyaqetê Kurda ye, otonomiya xwe ji welatên mezin standine, lewra heke neteweya Kurd nekare mafên xwe ji dewleta Îranê bistîne, wê demê mirin jê re çêtir e”.

Şecerenameya Simayîl Axa, naskirî bi Simko Sikmko kurê Mihemed Axayê kurê Elîxanê kurê Simayîl Axa ye, Simayîl Axayê bapîrê mezin yê Simko, Serokê Eşîra Şikak bûye. Di esla xwe de, ew ji herêma Cizîr û Botanê hatine derdora bajarê Urmiyê. Di serdemê xwe de razî nebûye bac û xeracê bide Osmaniyan û bizava wê çendê kiriye ku nîve serbestiyek hebe. Ji bo wê meremê, li herêma Geliyê Mîrdawûd yê Urmiyê Qeleyek qahîm û xurt ji xwe re çê kir û bersiva Qcaran nedaye. Aqibet ji aliyê Qacaran ve di bin navê gotûbêj bona çareserkirina pirsgirêkan tê xapandin û bi merema çûn bi cihê danûstandinê, ji Kelê tê derve û li pey hatinexwar ji Qelê, bi awayekî nemirovane tê kuştin û piştre mal û saman wî tê talankirin.
Piştî kuştina Simayîl Axayê bapîrê mezin yê Simko, kurê wî bi navê Elîxan ciyê wî digire û Serokatiya Şikakan dike. Ew jî bi sedema nedana bac û xeracê û bêfermanîkirina dewletê, ji aliyê Qacaran ve tê girtin û ji bo Tehranê tê dûrxistin. Piştî Elîxan, kurê wî Mihemed Axa serokatiya Şikakan dike û piştî kuştina kurê wî yê mezin bi navê Cewher (Cewer) Axa bi destê Nizam El Seltene yê hakimê Tewrêzê, penahê dibe ber Osmaniyan û piştî çendîn salan jiyan li xerîbiyê, koça dawiyê dike. Bi vî awayî piştî şehîdkirina Cewher Axa û mirina Mihemed Axa, êdî Simko ku birayê biçûk ê Cewer Axa ye, dibe serokê Eşîra Şikak û rêberiya serhildana herî mezin ya netewî li Kurdistana Rojhilat di serdemê xwe de dike. Simko tevî malbata Şêx Ebeydulayê Nehrî û malbata Şêxên Barzan û malbata Zêbariyan û Şêx Ceytoyê Mihacir û her wiha Azeriyan jin û jinxwazî û xizmatiyek berfireh hebûye.

Têkiliya Simko û alîkariya Kurdan tevî Şoreşa Meşrûte ya Îranê ji sala 1905 heya 1911’an de Bi sedema vê çendê ku Kurd zêdetirî hemû xelkê Îranê ji gendelî(rizyok)ya Qacaran wêzar û nerihet bûn û piraniya wan jî ji aliyê Qacaran ve hatibûn serkut û talankirin, bi armanca hiloşandina desthilata Qacaran, tevî Meşrûtexwazan alîkariyê dikin û bi vî awayî li çend bajarên Kurdistanê de bîroya Meşrûtexwazan tê avakirin. Simko bi xwe jî bi Mihemed Xiyabanî re ku rêberekî xebatkar yê Meşrûtê bûye, pêwendiyeke baş hebûye. Bi vî halî jî serbarê vê yekê ku şoreşa Meşrûte, destkevteke xebata demokratîk ya hemû xelkê Îranê bû, lê ji bo mafê neteweyî yê Kurdan, biha û nirxeke biçûk jî nedaniye û rêberên wê hesteke Şovenîstî li hember Kurdan hebûne. Bi taybet dujminatiya Heyder Emouxlûyê Komonîst ku karbidestekî Meşrûteyê bûye. Helwesta Simko di şerê yekemîn yê cîhanî de Simko bi ebert û derswergirtin ji ceribîneke şaş ya xwe li berê ku di şerê Osmaniyan li dijî Rûsiyan, hevkarî bi Osmaniyan re kiribû û di encam de, serbarê zirar, malwêranî û dûrxistina wî ji aliyê Rûsiyan, tu bidestxistinek nebû, vê carê dizanî ku beşdarîkirina wî di şerê han de, serbarê zebar (Fetwa)a Cîhada Osmaniyan, çi destkevteke din ji bo Kurdan tu nabe. Lewra ne tenê her di şer de beşdarî nekir, belkî daxwaz ji xelkê jî kir ku bi fetwaya Osmaniyan nexapin. Lê serbarê vî halî jî beşek ji Kurdên Sablxê ji ber seha olî, bi fetwaya Osmaniyan xapiyan û di şerê li dijî Rûsiyan de beşdarî kirin. wekî Qazî Fetahî û wd... .

Ji aliyê din ve jî, Simko daxwaz ji Rûsiyan kiriye ku heke ji bo standina mafên neteweyî piştgirî û alîkariya Kurdan bikin, wê demê hazir e bi hemû hêz û şiyana xwe li dijî Osmaniyan alîkariya Rûsiyan bike. Lê Rûsiya wê daxwazê napejirîne. Simko tevî ragirtina bêalîtiyê di wî şerî de, ji vê keys û derfetê mifahê distîne û dest dide xwe teyarkirin û kirîn û destbiserdegirtina çek û teqemeniya Rûsî û Îranî, nemaze ku wê demê Îran pir jar û bêdesthilat bûbû. Piştî serkevtina Şoreşa Oktobrê û vekişiyana hêzên Rûsiyayê ji herêmên Bakûrê Kurdistana Îranê, Simko çiqas ji dest hat, dest bi ser çek û sîlahên leşkerên Rûsî de girt. Bona bihêzkirina xwe hewl da tevî gişt mêrmezin û Serok Eşîrên Kurd pêwendiyê çê bike û bingeha yekîtiya Eşîran, bi hevre alîkariya wan ji bo bidestveanîna mafên neteweyî ava bike. Pirsgirêka Aşûriyan Ji salên dûr heta niha ve, komployeke sereke ya dijmin û dagirkerên Kurdistanê, siyaseta “fitne û dubendiyê biafirîne û hikûmetê bike” bûye. Di doma wê siyasetê de bi afirandina fitne û dubendiyê di nava hoz, eşîr, ol û neteweyên cuda cuda de, hewl dane ji Şoreşa azadîxwaz ên Kurd bibin. Nimûneya wan hewl û bizavane di piraniya şoreşên Kurdistanê de xuya û berçav in. Bi taybet di serdemê Simko de, ji bilî dewletên wekî Îran û Osmanî, em mêze dikin ku Mîsyonerên Rojavayî ên Şandiyên Îngilîstan û hevalbendan ji aliyekê û ji aliyê din jî Rûsiyayê rolekî berbiçav di haydana Aşûriyan li dijî cîranên wan ên Misilman bi giştî û nemaze Kurdan lîstine. Ew haydana wan jî di pêxema vêc û berjewendiyên wan di wê herêmê de, têkiliyên navbera Aşûrî û Kurdan ne tenê xirab nebûye, belkî pir baş jî bûye. Ew Aşûriyên ku bi Simko re arîşe û pirsgirêkên wan çê bûne, berê li Kurdistana aliyê Osmaniyan ve û li herêmên Hekarî û ... de jiyane û di germahiya şerê yekemîn yê cîhanî de neketin dû fetwaya Osmaniyan û alîgirî ji Rûsiyan kirine.

Ji ber vê çendê ku Rûsiyan soza avakirina dewleta Aşûriyan ji wan re dabû. Ew karê wan mihane û hêcetek bû ji bo Osmaniyan ku bi hemû awayekê bigehe hisaba wan. Piştî kuştina dehan hezar kes ji wan di du qonaxên şerê yekemîn yê cîhanî de, ewên ku rizgar bibûn, bi dehan hezar kesî ve rû li herêmên bajarê Selmas û Urmiyê kirin. Aşûrî ku bi rewşeke bilez û şepirze ji beşa Osmaniyan re hatibûne Kurdistana Îranê, tişteke wan tune bû. Hemû xizan û perîşan bûn. Ji ber ku di wê serdemê de him rewşa şerê yekem kirîza xwarinê ya bêrade pêk anîbû, him jî Aşûriyan bi dijwarî tenê karî bûn canê xwe rizgar bikin. Lewra tevî hatin û cihgirbûna wan li herêmên Selmas û Urmiyê de, dest dane dizî, zordarî û talanê ji xelkê deverê bi giştî û nemaze Kurdan. Ji aliyê din ve jî li ser qirar û soza Rûsiyan, Aşûrî di hewla avakirina dewleta xwe di nawçeyê de bûn. Ji bo vê meremê, komîteyek bi navê Komîteya Azadiya Aşûriyan ava kirin û fermana xwe çekdarkirinê ji wan re hate dayîn. Bi xamsanî piştî paşdekişiyana hêzên Rûsiyayê ji Bakûrê Kurdistana Îranê, her çi çek û alavên leşkerî hebûne, para herî zêde ji Aşûriyan re dane û 6000 Aşûrî çekdar kirine. Bi vî karî, Rûsiyayê ji aliyekê li batî hêza xwe ya leşkerî, hêza çekdar ya Aşûriyan di wê herêmê de damezrand û herêmên wekî Makû, Xwey, Qutûr, Selmas, Urmiye û Şinoyê di bin desthilata Aşûriyan de bicî hêla. Ji aliyê din ve jî soz û qirarê xwe ji bo avakirina dewleta Aşûrî bi vî awayî bicih dianî. Ev karê Rûs û Aşûriyan gefeke mezin li ser Simkoyê Şikak bû ku serokatiya tevgera neteweyî ya Kurdî dikir û di çend salên piştî şehîdkirina Cewer Axa birayê wî yê mezin de, karî bû nîve serxwebûnekê di wê herêmê de bidest bixe. Lewra Simko bi tu awayekê razî nebû desthilat û nasnameya Kurdistanîbûna wan herêman ji dest bide. Ji aliyeke din ve, rayedarên Îranê jî him haydarê soz û qirarên Rûsan û alîkariya wan tevî Aşûriyan bûn û him jî li tirsê Rûsiya û Îngilîstanê nediwêran bi xwe pirsgirêka Aşûriyan bi yekcarî li kol xwe vekin.
Lewra ji ber ku dixwastin pirsgirêka Aşûriyan çareser bikin(wan ji holê rabikin) û berpirsiyariya wî karî jî nekeve stûyê wan, Simayîl Axa bona ji navbirina Aşûriyan hilbijartin û daxwaz ji wî kirin ku vî karî bike. Bi vî awayî dewleta Îranê bi tîrekê li du armancan dida. Yanî him Aşûrî ku dujminê wan bûn, ji nav dibirin û him jî berpirsiyariya jinavbirina Aşûriyan dixist stûyê Simko ku bi dujminê herî sereke yê xwe dizanîn. Bi vî curî her du dujminên xwe dixistin canê hev û di encamê de, ji nav dibirin û ji tirs û gefa her duyan rizgar û rihet dibûn. Ji bo vê armancê, Îraniyan daxwaz ji Simko kiriye ku heke bo jinavbirina Aşûriyan an kuştina Marşîmon bi wan re hevkariyê bike, ew jî li hember de dê îtirafê bi mafên Kurdan bikin û desthilatdariya Simko bi fermî bipejirînin.

Ji aliyekî din ve jî Marşîmon ku rêberê olî yê Aşûriyan bûye, di fikra vê çendê de dibe ku serdana Simkoyê şikak bike û bi hevre hewl û bizava pêkanîna eniyeke hevbeş li dijî dewleta Îranê bidin, bi harîkariya hev, du dewletên Kurd û Aşûrî di wê herêmê de damezirînin. Ji bo vê armancê, Marşîmon di sala 1918’an de tê “Kevne Şar”ê û piştî hevdîtin û gotûbêj tevî Simko, di dema xatirxwastin û siwarbûn bi Kaliskeya xwe de, dikeve ber êrîşa Simko û çekdarên wî û bi xwe (Marşîmon) û sed kes ji parêzvanên wî tên kuştin. Li pey wê bûyerê, Aşûrî di tolhildana xwîna Marşîmon, rêberê olî yê xwe de, tenê di du rojan de sedan Kurd kuştine û rehma wan bi zarokan nav dergûşê jî nehatiye û kela Çehrîqê jî ku paytexta Simko bûye, girtine û dayîk û birazayên Simayîl Axa jî kuştine. Hêjayî gotinê ye, hevdem tevî vê bûyerê de, di şerê Aşûriyan bi Azerî û Misilmanên herêmê de ku 5 mehan dom kir, hezaran kes ji Misilman bi destê Aşûriyan hatin kuştin.

Lê dûre Aşûrî di şerê yekemîn yê cîhanî de, li hember Osmaniyan têk diçin û piştî kuştina gellek ji wan, tenê tektûk ji wan, ew jî bi alîkariya Îngilîstanê rizgar dibin. Di pêvajoya wan hemû şer û kuştinên bikom de, xizanî û birçîbûneke zaf û nexweşiyeke cihê tirsê rû li wê herêmê dike û wilo jê tê ku mirov goştên hevdu û goştê Se û Pişîkan xwarine û Se û Pişîkan jî goştê mirovan xwarine. Bi vî awayî haydana Aşûriyan ji aliyê Rûsiyan û kompiloya Îraniyan ji bo kuştina Marşîmon bi destê Simko ve bû sedema çêbûna karesat û malwêraniyeke mezin ya siyasî û mirovî. Li vir ev pirs tên holê ku: heke Simko tevî Aşûriyan hev girtiba û Marşîmon nekuştiba, dê çi jê bihata? Gelo helwesta Ewropiyan û Rûsiyayê dê li hember Simko de bihata guherîn? Renge bersivdayîna van pirsane carê dijwar be.

Lê eva ku aşkera ye, piştî kuştina Marşîmon, Rûsî, Îngilîsî, Fransayî û Amerîkî, hemû li dijî Simko bi Îranê re alîkariyê dikin û di pêxema berjewendiyên xwe de Simko ji nav dibin û desthilata lawaz û lerizî ya rejîma nû bi desthilat gihîştî ya Riza Şah ber bi xurtbûnê dibin. Merema Îranê ji haydana Simko ji bo kuştina Marşîmon -Wiha hesibandibûn ku li pey kuştina Marşîmon, Aşûrî telabela bibin ku ew jî hat serê wan. -Şerê navberan Aşûrî û Eceman dibe şerê Kurd û Aşûriyan ku her wiha jî bû. -Tirsa Marşîmon ku ji aliyê hevalbendan ve dihat piştevanîkirin, li ser rêya xwe ra bikin ku ew jî her wisa derçû. -Berpirsiyariya kuştina Marşîmon bikeve stûyê Kurdan û hevalbend dijberiya Kurdan bikin, ji ber ku Îranê ji tirsê hevalbendan, bi xwe hêza wî karî nebû, ew dîtin û nêrîna desthilatdarên Îranê jî rast derket. Herçiqas piştre Simko bi xwe jî ji kuştina Marşîmon poşman dibe û dibêje: “çima min Marşîmon kuşt û Riza Şah nekuşt. Lê taze min bêbextî bi xwe re kir û çi bihê rêya min, heqê min e”.

Ji ber ku eva nediviya bihata kirin, hatiye kirin ku merem Kuştina Marşîmon e û eva diviya bihata kirin, nehate kirin, meram Kuştina Riza Şah e. Hewla kuştina Simko di sala 1919’an de ji aliyê rayedarên Îranê ve Rayedarên Îranê, li Urmiyê bi mifahwergirtin ji ceribîna Heyder Emouxlu, karbidestekî şoreşa Meşrûteyê ku ji rêya danîna bombeyê ve rayedarekî Îranî kuştibû, cehda çêkirina bombeyeke bi vî awayî bi alîkariya şarezayekî Ermenî didin û bombe di qodiyeke biçûk de bi navê diyarî ji aliyê xesûya Simko ku li gundeke devdora bajarê Xweyê dijiya, ji bo Xusroyê kurê Simko ku neviyê wê bû, dişînin Kela Çehrîqê. Simko bi wergirtina qodiya diyariya han ku di şeklê qodiya şîrîniyê hatibû çêkirin, dikeve gumanê.
Lê li ser îsrara Xusroyê kurê wî, yek ji kesên nêzîk yê Simko ku vir rûniştibû, hewla vekirina qodiyê dide û di wê domê de dengek ji qodiyê tê û di cî de Simko pênekê ji wê qodiyê dide û tevî Xusroyê kurê xwe li ser erdê xwe dirakêşin. Bombe di çend metriya wî de diteqe û birayê wî bi navê Elîxan tê kuştin û çend kesên din jî birîndar dibin. Eva diyarî û xelata Îraniyan ji bo Simko bû ku derheq kuştina Marşîmon ji Simko re didin. Êdî li pey vê kompiloyê, tu şik û gumanek ji dujminkariya Îraniyan ji Simko re namîne û ji aliyekê bo tolhildana birayên xwe (Cewer Axa û Elîxan) û ji aliyê din vê jî bona serxwebûn û azadiya Kurdan ji destê Îraniyan dest bi xebatê dike. Şerên Simko ji bo rizgariya Kurdistanê Simko di salên 1919 û 1920’an de, di destpêkê de li bajarên Selmas û Urmiyê û piştre bajarê Xweyê digire û xelkek pir li dora wî kom dibin. Sala 1921’an êrîşê bo bajarê Mehabadê dike û di pêvajoya girtina bajarê han de, dihewilîne Eşîrên Sablaxê razî bike ku bi wî re alîkariyê bikin. Lê hinek serok Eşîret ew xwezî û hêviya wî bicî naînin û tenê Eşîreta Mameşan tevî Simko hevkariyê dikin. Bi vî awayî şer dikêşe nava bajar û serbarê kuştina 500 kes ji leşkerên Îranê, kontrol û zêrevaniya bajar dikeve destê hêzên Simko û ew serok Eşîrên ku tevî Simko alîkarî nekiribûn, tên cezakirin. Bi vî awayî Simko di heyamê salên 1918 heya 1922’an de, karî sînorê desthilata xwe ji bajarê Xweyê ve bigre heta bajarê Bane berfireh bike û piştre xebatê dike ku pêwendiyê bi Kurdên Seqizê û Başûrê Kurdistana Îranê re bigire. Piştî girtina bajarê Mehabadê û kuştina 500 çekdarên Îranî, êrîşa mezin ya Îraniyan bi ser Simko dest pê kiriye û hêzîkî 4500 çekdar bi fermanderiya Emîr Erşed ku birayê Zirxam, bikujê Cewer Axa - her ew kesê ku bi biryara Nizam El Seltene teqe ji Cewer Axa kiribû - êrîşê dikin ser Simko ku li cihekê bi navê “Şekeryazî” nêzîkî bajarê Selmasê ji aliyê hêzên Simko ve rastî têkçûnê tên û serokê wan tê kuştin û bi vî awayî Simko tola birayê xwe vedike. Di sala 1922’an de, hêzekî çirîkî ya 4 heta 5 hezar kesî bi fermanderiya Xalo Qurban ku Kurdekî Kirmaşanî bû, êrîşê dikin ser Simko. Xalo Qurban ew kes bû ku di dema xwe de alîkariya Şoreşa “Cengel” kiribû, lê piştî dijberî û nakokiya navbera serokên şoreşa “Cengel” serê birrî yê “Mîrza Koçek Xan” ji bo Riza Xan biribû, Riza Şah ji bo xelatkirina wî karî, pile û berpirsiyariyek bilind ji wî re dabû.

Îcar jî Xalo Qurban soza ji nav birina Simko ji Riza Şah re dabû, bi vî rengî Xalo Qurban ji rêya Mehabad û Miyanduavê re bo ser Simko dest pê kir. Lê bi sedema hişyarî û alîkariya Eşîrên Herkî, Biradostî, Mameş, Mengor, Zerza û wd..., êrîşa hêzên Xalo Qurban li “Daşa Mecîd” a Mehabadê hate têkûpêkdan û Xalo Qurban jî ku ji çiyayê “Xezayî” bûye, êrîş bo ser wî tê kirin û ber bi “Îndirqaş”ê direve û li wir tê kuştin, paşmayiyên hêzên wî jî bi tevlihevî ber bi Tewrêzê paşde kişiyane. Sala 1922, Şerê Golmexanê û têkşikandina êrîşa Esede Axaxan ji aliyê Simko ve Girtina Golmexanê û destbiserde girtina ceberxaneyên teqemenî û xwarinê ya hêzên deryayî û erdê ên Îranê û ser li nû rizgarkirina bajarê Urmiyê ji destê Artêşa Îranê ji aliyê Simko ve serkevtineke pir mezin bûye û ev serkevtin bû sedema jordeçûna rêz, hitbar û hezkirina zaf û bêrade ya Simko di nava xelkê de. Ji sala 1922’an kêm roj hebûne ku di nava hêzên Simko ji aliyekê û hêzên Îranê bi alîkariya Îngilîs û Ermeniyan ji aliyê din ve şer û pevçûn der nekeve. Lê şerê herî mezin ku ew jî her di sala 1922’an de qewimî, şerê girtina Qela Çehrîqê bûye.

Piştî wan hemû têkçûnên hêzên Îranê di salên 1921 heta 1922’an de ku Rixa Xan serdarê Artêşê bû, îcar çendîn general, serleşker, sertîp û wd... hêzek 15000 kesî ji siwar û peya û hêza deryavaniyê, ji çend cihan ve, him li eniya Urmiyê û him li eniya Selmasê, bi serokatiya General Cehanbanî, êrîşê dikin ser Simko. Piştî çend rojan şer û pevçûnan her wiha ji ber agirê tund yê topan, hêzên Simko rastî têkçûnê tên û desthilata çar salî ya Simko li bajarên Urmiye û Selmasê bi dawî tê. Li pey re Qela Çehrîqê tê girtin û bi vê boneyê Arteşa Îranê li seranserî welat şahiyê lidar dixe. Der barê Kela Çehrîqê de ku paytexta Simko bûye, pêwîst dike em bizanibin ku di warê dîrokî ve li serdemê Sasaniyan de, li wî cihî bajarokek hebûye û jê re “Şehrek” hatiye gotin. Piştre navê wê bi “Çehrek”ê guheriye û vê carê bûye Çehrîq yan Çarî. Ew cihe ji berê ve cihê civiyana çendîn Şazade û bi hevre jiyana Kurd û Mesîhiyan bûye. Niha jî cihwarên dîrokî têde hene û di salê de li bajarên derdorê serdana wan tê kirin. Ji bilî vê çendê jî di warê hilkevta coxrafî ve, ciheke pir dijwar bûye ku bi razeberan dora wê hatiye girtin û çemek têde derbas dibe û çendîn Qeleyên qahîm hebûye. Lê di sala 1930’an de, beriya şehîdbûna Simko, erdhejeke xurt li Çehrîqê dide û bi tevahî herifandiye, piştre di deştayiyekê de hatiye çêkirin. Li pey têkçûna Simko, hêzên dewletê dikevine dû wî û li çend cihên herêma Şipîran a Selmasê wekî Berê Dê, “Sartaş” û Kelereşê bi wî re şer dikin û aqibet bi sedema alîkariya Turkan tevî Îraniyan, Simko neçar dibe welat bicî bihêle û penayê bibe Turkiyê. Lê ji aliyê Turkiyê ve hemû çek û teqemeniya Simko tê girtin. Wê demê di navbera Riza Xan û Mistefa Kemal Ataturk de lihevhatin çê bûye ku bi hev re şoreşa Kurdan ji nav bibin.

Piştî wê serpêhatiyê, di sala 1923’an de, Simko dixwaze ji Turkiyê ve bo cem Şêx Mehmûd li Perçeyê Îraqê biçe ku wê demê di halê şoreşê de bûye. Di rêya hatinê de, li ciyekê bi navê Geliyê Dêriyan dikeve boseya Turkan û Cewahira hevsera wî û çend kes ji parêzvanên wî tên kuştin û ji bilî vê çendê jî dest bi ser heyîn û samaneke zaf ya Simko de tê girtin û bi xwe û çend siwarên wî rizgar dibin û digihîjin ”Behirke” ya nêzîk Hewlêrê. Wê dema ku Simko li Behirkê bû, gellek hewil daye bi alîkariya Seyîd Taha belkî bikaribe têkilî û hevkariyê tevî Îngilîsiyan damezirîne, lê ser nakeve.

Her wiha piştî pêwendîkirinê bi Şêx Mehmûd re, ku li Silêmaniyê pêşwaziyek germ jê hatiye kirin, heyamekê li cem Şêx Mehmûd bûye û pir hewl daye ku heta Şêx Mehmûd tevî Îngilîsiyan bigihîjin lihevhatinekê, lê bêfayde bûye. Sala 1924’an ku hêdî hêdî pêwendiya Şêx Mehmûd bi Îngilîsiyan re têk diçe, Simko ser li nû vedigere Turkiyê û piştî salekê ku bi nepenî li wir dimîne, tevî Riza Şah têkiliyê çê dike û daxwaza wê çendê dike ku heke bihêlin ew li ser milk û malê xwe birûnê, êdî dê serê xwe ji bo şah nevî bike. Riza Şah daxwaziya Simko dipejirîne û sala 1925’an, Simko vedigere Kurdistana Îranê. Her di wê salê de Riza Şah serdana Simko dike. Ji ber hatina Riza Şah, Simko bi xwe û 500 siwarên çekdar ên Şikak pêşwaziyê ji Riza Şah dike. Şah bi dîtina wê dîmenê, pir ditirse, lê taze bê fayde bû. Lewra kete fikra vê yekê ku çawa xwe ji wê xeter û tirsê derbaz bike.

Tedbîr û çare ewa bû ku wê şevê Riza Şah ji kesekî nêzîkê xwe re sipartibû ku tevî Simko leyîza Texte bikin û berdewam leyîzê bi Simko bidorîne, heta ku him serê Simko pê germ bikin û him jî kerbê wî nevekin heya xwe rizgar bikin. Bi vî awayî digel hatina serê sibê, xwe rizgar dike û Simko jî derfetekî zêrîn û girîng ji dest dide û piştre bi xwe jî gotiye ku min çawa pê li bextê kir û min Riza Şah nekuşt. Êdî çi were serê min, heqê min e. Piştî salekê ji wê serdanê, yanî sala 1926’an, Simko ser taze êrîşê dike ser bajarê Selmasê û derdora wê, lê ser nakeve û dîsan neçar dibe penayê bibe Kurdistana Turkiyê û li wir tê girtin û ji Îranê re tê şandin. Sala 1927’an, careke din ji Îranê vedigere Turkiyê û piştî salekê yanî sala 1928’an, careke din vedigere Îraqê. Wê demê Riza Şah daxwaz ji dewleta Îraqê kiribû ku Simko radestî wan bikin. Bi wî awayî Simko bi rewşeke gellek nebaş bo dema 2 salan li ser tixûban jiyaye û aqibet li ser daxwaza Îraniyan û bi sedema ew erdheja ku li Çehrîqê dabû, Simko ji bo gotûbêjê ku soza berpirsiyariyê ji wî re dabûn, vedigere Kurdistana Îranê.
Ew jî weke Cewer Axayê birayê xwe, ji hêla dujminan ve tê xapandin û dikeve telika Îraniyan û roja 21.06.1930’an de, bi xwe û Xurşîd Axayê Herkî şehîd dibin û Xusroyê kurê wî jî bi birîndarî penayê ji bo Turkiyê dibe. Bi vî awayî, piştî 20 salan xebat li dijî desthilata Qacara û Riza Şahê Pehlewî, Simko şehîd dibe. Termê Simko çend rojan di navan bajaran de hatiye gerandin, heya xelk pê bihê çavtirsandin. Dawî Di bîranîna şehîdbûna Simkoyê Şikak de, tevî tewandina serê rêz û wefadariyê li hember canê nemir yê Simko û hemû şehîdên rêya serbestiya neteweya me ku bi xebata xwe rûmet û serfiraziyek heta hetayî ji bo neteweya me tomar kirin, em wan piştrast dikin ku ala xebata wan heta serkevtinê dê geş û bilind bibe. Em hêvî dikin di pêşerojeke nêzîk de dara xebata Simko, Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û tev şehîdên Kurdistana Rojhilat ber dide û wê demê divêt peykerê her yek ji wan şehîdan li wan cihên ku wan şehîdan bi salan di pêxema parastina nasnameya Kurdistanîbûna wan û avakirina desthilata neteweyî jê re xebat kirine, were sazkirin û mezarên wan rêberên leheng û gernas bibe ziyaretgaha evîndarên rêya rizgarî û serbestiya Kurd û Kurdistanê. Bi vê hêviyê....

Jêder:
Şoreşa Simkoyê Şikak, nivîsîna Mihemed Resûl Hawar
-Dîroka Hemdem ya Îranê û dîroka 18 saliya Azerbaycanê
-Dîroka tevgerên neteweyî ên Kurd, nivîsîna Dr. Sadiq Şerefkendî (Seîd Bedel)
Hevpeyvîn bi çend kesayetiyên şareza li ser Şoreşa Simko