Lektor û edîtor - Fergîn Melîk Aykoç

14:12 - 26 Nîsan 2015
Unknown Author
Fergîn Melîk Aykoç

Birêz A. Çakir di vesera  Polîtik Artê de mijara weşangerî û edîtoryayê derxistiye rojevê. Di warê weşangerî, rastnivisandin û standardîzekirinê de mijara herî girîng ev edîtorya ye. Ev ji bo ziman, standarta wê û rûniştina ziman jiyanî ye jî. Di weşangeriyê de du tiştên giring hene; yek edîtorya , yek jî lektorya ye. Li ba me lektorya tune, edîtorya jî nîvco ye. Li welatên di vî warî de pêşketî wekî Almanya saziya lektoryê ya her weşanxaneyê heye.

Hetanê berhemek di ber destên wan re derbas nebe, ew \"erê\" nekin nayên weşandin. Li gel wê hin niviskarên Alman hene, her çendî zanyariya zimanê Almanî xwendine jî, dîsa bi serê xwe lektorê xwe hene. Lektor ne tenê li rastnivisandinê dinêre, ew tiştên dîrokî, cîgehî, wêjeyî, heta qopiyakirî jî hûr hûr dinirxîne. Lê li ba me hîç nirxeke xwe tune, lema jî xetayên gelek mezin tên kirin. Wek mînak; niviskarekî, nivisîye ku \"Pira Evdurehman Paşa\" li ser çemê Muradê ye. Ev di dîroka me de pireyeke dîrokî ye, ev şaşiya nikane were pejirandin. Heman niviskar di dema Ehmedê Xanî de behsa \"Buxdaypazariya Bazidê\" dike, lê edîtorê bi nav û deng vê şaşiyê nabîne û bi niviskar nade sererastkirin. Bi sedan mînakên wiha hene. Mixabin ku ev di weşangeriya kurdî de birîneke teşenekîbûyî ye.

Di bingehê xwe de lektorî û edîtorî mijareyên perwerdeyê ne, bi zanîn û agahiyên nîvco bi rê ve naçe. Yekê/a di warê ziman de baş perwerde nebûbe, ango haya xwe ji zanyariya ziman nebe, dema edîtorî yan jî lektoriyê bike, dê tenê li ser bingehên heremî û hobûnên xwe li berhemên nivisandî binêre, kêmasî û şaşiyên heremî bike bela serê kurdî û bi rêzimana kurdî bilîze. Kovar rojname û medya dîjîtal ne tê de, min ji sedî zêdetir roman û pirtûkên çîrokên kurdî xwendine. Mixabin ku rewş di nava vê xeteriyê de ye. 

Piranî di warê zanyariya ziman de bê hay in. Xetayên gelek mezin yên rêzimanî di berheman de hene. Em çend mînakên bi giştî bidin; 
a) Rast e, zayenda hin peyvan li gor deveran diguhere, wek mînak peyva „sîng“ li Deşta Mêrdînê mêza ye (sînga min) lê li Serhedê û hin deverên din jî nêrza ye (sîngê min), lê di mijara zayendê (veqetandek) de hin tişt hene ku rêgezên rûniştî ne, şaşiyan napejirîne. Mînak; weşanxaneyek zayenda nepenî ya nêrza \"î\" ji ber hobûna heremî ji bo herdu zayendan û gelhêjmariyê jî bi kar tîne. Ev rasterast bi rêzimanê lîstine. 

b) Mijara bikaranîna daçekan ji serî hetanî binî tevlihev e. Wek mînak; di tu zimanî de daçeka jêderkê (ablatîv) û cigehî (lokal /lokatîv) bi hev re nayên bikaranîn. Her çendî di kurdî de daçekên cot ên jîderkê „ji...ve“ (ya rast) heye jî, hin kes ji bandora têgîhîştinên heremî di cihê wê de daçekên jêderk û cigehiyê „ji ... de“ (şaş e) bi hev re bikartînin. (ji bo têgihîştinê: Rast = ji pêr ve; şaş= ji pêr de; rast= ji jor ve, şaş= ji jor de û hwd.) Ev hîç bala edîtoran nakişîne, ji ber ku piraniya wan jî vê mijarê wisa dizanin.

c) Di kurdî de forma ergatîv wek taybetiyeke zimanê kurdî ye. Lê gelek caran ev li ber çavan nayê girtin. Ji berhemekê; \"Min ji esman stêrkan kom dikir…\"  d) Gelek caran lêkerên têper (gerguhêz) û têneper jî tên tevlihevkirin. Ji berhemekê \"Ez bazdam.\" 

e) Hin peyvên xwedan wateyên din di cihê peyvên resen de bi kar tînin. Wek mînak peyva \"şêr /şêrîn\" ji devoka heremî girtine û kirine standart. Şêrîn (wekî şêr, ti wateyeke wê yê din tune.)  Keça min şêrîn e (keça min wek şêran e). Şêrîne ev pez parçe kirine (hin şêran ev pez parçe kirine.) Ango ji vê peyva şêr rengdêra \"şîrîn\" yan jî \"şirîn\" nayê fêmkirin. Lê dema mirov berhemekê dişîne, weşanger hima peyva \"şîrîn\" diguherînin û dikin şêr, yan jî gur û rovî. 

f) Di piraniya berheman de dem rast nayên bikaranîn, ez bawer dikim ku piraniya edîtoran jê bê hay in, yan jî dem nabînin ku wan sererast bikin, dibe ji ber mijareyên aborî, hîç bala wan jî nekişîne.

Bi sedan mînakên şaşiyan hene. Mirov dikane hin pêşniyaran bike, lê bawer nakim ku pêk werin. Mînak; eger weşangerên nêzê hev wek nimûne yên Amedê, Stenbolê ku bikanin salê carekê bên ba hev û bi çend zimanzanan re li ser hin mijareyan bidin bistînin. Ku derfet hebin çend rojan wek perwerde li ser rêzimanê bixebitin, dê gelek tişt werin çareserkirin.

Jêder:Yenî ozgur Polîtîka