Lêkoler û Nivîskarê Kurd Dr, Soran Kurdistanî Wefat Kir

16:43 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Lêkoler û nivîskarê naskirî yê Kurd Dr, Soran Kurdistanî seva nexweşiyê li bajarê Mihabadê wefat kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja pêncşem berwar 18’ê Nîsana 2013’an nivîskar û lêkolerê naskirî yê kurd “Behmen Ferîwer” naskirî bi “Soran Kurdistanî” li temenê 58 saliyê de seva nexweşiyê wefat kir.

Dr, Soran Kurdistanî li sala 1955’an li gereka çarbax a bajarê Sinê ji dayîk bûye û yek ji xizmên Ayetullah Şêx Mihemed Merdox Kurdistanî bûye.

Navbirî li bajarên Sine, Kirmaşan, Mihabad û Tehranê dersa xwe tevaw kiriye û li rişteya Hiqûqa dadveriyê li zanîngeha Tehranê pileya Dr, ya xwe wergirtiye û ji bilî zanistê li ser mijarên: Êlahiyat, Wêje û giyah dermanî de kesek çalak û dilsoz bûye.

\"12106.jpg\"
Dr, Soran Kurdistanî yek ji Kurdên herî dilsoz bû ku li ser çand, ziman û dîroka ol li Kurdistanê de gelek lêkolînên binirx encamp dane û bi kesekî naskirî û pêşengê hînkirina zimanê Kurdî tê naskirin.

Dr, Soran Kurdistanî bi zimanên Êngilîzî,erebî, Turkî, Farsî û zimanên kevnar yên Îranê wek “Avêstayî û Pehlewî” û hemû zaravên zimanê Kurdî aşnayî hebû û gelek lêkolînên vî li ser wan mijaran hene.

Berhem:
Xelk nasiya Hoz û Eşîrên Kurdan û Kurdnasî
Ziman û wêjeya Kurdî û çavkaniyên dîrokî yên Kurdistanê
Lêkolîna zimannasiyê û beraword kariyê
Lêkolîna civaknasî û çandî

Amadekarê bernameyên çandî û deng û dîmen li radiyoya kurdî a Mihabad û Tehranê.
Navbirî heta dawiya jiyana xwe jibilî dîtina gelek bedbextiyan li bajarê Mihabadê xizmet bi çanda kurdî kir

Termê Soran Kurdistanî roja Înê berwar 19’ê Nîsana 2013’an bi pişikdariya hejimarek berçav ji nivîskar û wêjevanên kurdistanê li goristana “El Şoera”a bajarê Mihabadê bi xakê hat teslîm kirin