Lêborîna Navnetewî: Divê Îran mafên xwenîşanderan biparêze

16:13 - 10 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Lêborîna Navnetewî di raporekê de ji karbidestên hikûmeta Îslamî ya Îranê xwest ku li hember xwenîşanderên nerazî ji mirina Ferînaz Xosrewanî a Mehabadî de nebin asteng.

Rêxistina Lêborîn (Efû) ya Navnetewî di wê raporê de tekez kiriye ku zext û givaşên li dijî xwenîşanderan li Îranê de, dê rewşa hatî hole, aloztir bike; lewma divê karbidestên wê hikûmetê rêz li xwepêşanderan bigrin û mafên wan binpê nekin.

Bi sedema mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî a Mehabadî di 4`ê Gulanê de, çalakiyên nerazîbûnê di piraniya bajarên Rojhelata Kurdistan`ê de berdewam dikin û heya niha bi dehan welatiyên Kurd birîndar bûne û hejmarek zor ji wan jî hatine binçavkirin.

Roja Pêncşemî (7`ê gulanê), hemwelatiyên Kurd ên Mehabadî, xwepîşandanek (bi mebesta mirina bi guman ya Ferînaz Xosrewanî) hember hotel Tara ya wî bajarî lidarxistin. Ew xwepêşandan bi berteka tund ya hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê re rû bi rû bû û di encamê de şer û pevçûn derket holê.

Gelê Kurd di wan meş û çalakiyên nerazîbûnê de, daxwaza darizandina berpirsyarên vê bûyerê (Mirina biguman a Ferînaz Xosrewanî) dikin.