lêborîna Navneteweyî/ Li hefsa Urmiyê karbidestên Îranê canê girtiyan kirine lîstik

13:59 - 18 Kanûna pêşîn 2014
ajansa Kurdpa: Gefxwrin û givaşa karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê li ser girtiyên ku li zindana Urmiyê ketine greva birçîbûnê, bertekdana navendeke parêzerê mafên mirovan a Londonê bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rêxistina Lêborîna Navneteweyî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî, zext û givaşa karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê li ser girtiyên Kurd ên zindana Urmiyê (ku 29 Roje gireva birsîbûnê de ne), şermizar kir.

Di wê daxuyaniya du roj berya niha bilav bûyî de hatie: Pişt girêdan bi gefxwarinên canî û rêbazên eşkenceyên, di bersiva gireva birsîbûnê de, tenê di yasa û dozgeriyên welatê Îranê di bûn heye û eve jî rewşa xirab a dozgerî û sîtema dadperweriya hikûmeta Îranê nîşanî raya giştî û cîhanê dide.

Pêştir karbidestên dadperwerî-ewlekarî ên hikûmeta Îranê li Urmyê, 10 girtyên siyasî ku ketibûn greva birçîbûnê, gefen bi dar ve kirinê lê xweribûn.

\"23663.jpg\"
Saman Nesîm bi tometa endambûn li partiyeke opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê bi îdmê hatiye mehkûmkirin
Rêxistina Lêborîna Navneteveyî derheq rewşa girtiyên zindana Urmiyê nemaze Saman Nesîm, dilgiraniya xwe destnîşan kir ji ber ku karbidestên hikûmeta Îranê bi armanca tol hildanê, wî ciwanê Kurd ku dema binçav kirinê de tene 17 sal temen hebûye, dixin bin zext û eşkenceyan de.

Îro 29 roj li ser gireva birsîbûnê ya zîndana Urmiyê re derbas dibin lê hîna jî xwestekê wan ( nemaze cihê kirina wan ji girtiyên bi tawanên giran ) cî bi cî nebûne.

Xizir Resûl mirûwet girtiyê Kurd ê hefsa Urmyê ku ewşa tendurustî ya wî xirabe

\"23665.jpg\"
Xizir Resûl mirûwet girtiyê Kurd ê hefsa Urmyê ku ewşa tendurustî ya wî xirabe
Hesîbe Hacsehrayî cîgira midûrê Lêborîna Navneteweyî di karûbarên Rojhelata Navîn û bakûrê Afrîqayê de, “BBC” re wiha got:“ bi rastî cihê xembarî û dilsojî ye ku karbidestên hikûmeta Îranê welo li gel canê ciwanan û wan girtiyan dilîzin.

Xeynî rewşa tendurustî ya giran û nebaş a Saman Nesîm, Xizir Resûl Mirûwet bi sedema xwin rêjî a Mîde bi pişka dermanî a nexweşxaneyê hatiye veguheztin. Navbirî çend roj beriya niha, bo tedawî kirinê biribûn nexweşaxaneyê, lê wî tedawî kirin ne pejirandibû.