Lêborîna Navneteweyî û berpirsê karûbarên şer’î yê parêzgeha Kurdistanê, daxwaza hilweşandina hukmê lidarvekirina Şehram Ehmedî kirine

21:01 - 3 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Saziya Lêborîna Navneteweyî di daxuyaniyekê de ragehandiye, dilngeraniya xwe li hemberî îdama Şehram Ehmdî, girtiyê sunî meseb li girtîgeha Recaî Şehr a bajarê Kerecê nîşan daye.

Li gora rapora nûçegihaniya Kurdpa, Saziya Lêborîna Navneteweyî ragehandiye, ku metirsiya lidarvekirinê li ser Şehram Ehmedî heye. Vê saziyê dawxaza sekinandina cezayê lidarverkirina wî girtiyê Kurd kiriye.

Lêborîna Navneteweyî dibêje: Şehram Ehmedî her di destpêka binçavkirinê de, di odeya takekesî de hatiye xwedankirin û îşkencekirin, û ji bo girtîgeha taybetî hatiye veguhastin.

\"28916.jpg\"
Ji aliyekî din ve, Hesen Emînî beripirsê karûbarên şer’î yê Kurdistanê, bi şandina nameyekê ji bo sê serokên dezgehên desthilatdar yên Hikûmeta Îranê, dawxaza hilweşandina hukmê lidarvekirina Şehram Ehmedî kiriye.

Di vê namê de hatiye: Li gora nameyên servekirî 26.06.1392 û 01.04.1393’an, li ser dawxaza hilveşandina hukmê îdama girtiyên Sunî, ku di vê heyamê de ew yek hatiye piştguhxistin, niha ku careke din basa îdamkirina ciwanekî din bi tometa bîr û bawer, bi navê Şehram Ehmedî ketiye ser zimanan, û tê xuyakirin ku dosiya wî ji bo birêveçûna hukmê wî, ji bo birêveberiya birêvebirina hukman hatiye şandin, ji desthilatdarên wî welatî dawxaz dikim ku bi berçavgiritna çareyekê, û rêzgirtin ji keramet û azadiya ku li Îsalamê de heye, û herwiha ji bo xêr û başitiya welat, feramana hilweşandina hukmê îdama wî ciwanî derbikin.

\"28917.jpg\"
Hesen Emînî beripirsê karûbarên şer’î yê Kurdistanê
Herwisa Rehmê bi dê û bavê pîr û cergşevitî ê navbirî bikin, ku sê salan berî niha kurekî wan bi nave Behram Ehmedî hate bidarvekirin.

Pêxemberê Xwedê (silavên xwedê lê bin”, kerem dike: “Kesê ku rehmê bi xelkê din neke, Xwedê jî rehmê lê nake”.

Şehram Ehmedî temen 28 salî ji sala 2009’an ve di girtîgehê de ye. Dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îslamiya Îranê, navbirî bikuştina pêşnimêjê bajarê Sine tometbar kiriye.