Lêborîna navneteweyî nîgeranê rewşa Aso Rostemî ye

20:53 - 19 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rêkxiraweke mafên mirovan nîgeraniya xwe derheq rewşa du çalakên siyasî di girtîgeha Êvîna Tehranê de ragehand.

Li gora wan raporên ku belav bûne, rewşa du girtiyên siyasî bi navên Aso Rostemî û Omîd Elîşinas bûye sedema nîgeranbûna Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî.

Vê rêkxirawê bi derkirina daxuyaniyekê ragehandiye ku ew du girtiyên mesebî, tenê bi sedema çalakiyên aştîxwazane hatine destbiserkirin.
Herwisa Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî derheq rewşa benda 8’ê ya girtîgeha Êvînê û bikaranîna tundûtîjiya li dijî girtiyên îşarepêkirî, nîgeran e, û daxwaza ragirtina reftarên nebaş digel van girtiyan kiriye.

\"28827.jpg\"
Aso Rostemî
Hêjayî base ye ku Aso Rostemî temen 28 salî ku pêşîneya çalakiya di warê mafên zarokan de heye, destpêka Xermanana îsal di mêjiyê xwe de nexweş ketiye.

Pêştir jî “Rot Yotnêr” karnasê karûbarên Îranê di Rêkxirawa navneteweyî –çiqa Alman de, di gotûbêjekê de digel DW gotibû ku: “Aso Rostemî û Omîd Elîşinas bêtawan in, û nedadperwerane ji aliyê dadgehê ve bi zîndana dirêjheyam hatine mehkûmkirin.

Aso Rostemî di nawerasta meha rezbera îsal, û piştî birêvebirina civîna nerizayetiyê, bi armanca piştgirî ji “berxwedana Kobanê” di pêşberî binkeya Rêkxirawa NY di bajarê Tehranê de, digel çalakeke din yê medenî bi navê Elî Nûrî hate destbiserkirin, û ji aliyê Dezgeha Dadweriya rejîma Îranê ve cezaya 7 sal girtinê bi ser de hate sepandin.