Larîcanî: Diviya Komîsiyona Ewlehiya Netewî, Qutkirina Pêwediyan Ligel Berîtaniya Bixe Ber Bas

20:01 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Piştî ku nûnerê Mehelat û Dilîcanê li Meclîsa Şêvra Îslamî rexne ji Larîzanî Serokê Meclîsê girt derbarê ewê ku çima terha qutkirina pêwendiyan lige berîtaniya nexistiye nava bernameyên karî ên Meclîsê, Larîcanî jî biryara xistina vê terhê di nava destûta karê Komîsiyona Ewlehiya Meclisî de der kir.


Elîreza Selîmî, Endamê Komîsiyona Ewlehiya Netewê û Siyasetên Derve ya Meclîsê bi pişt girêndan bi benda 11 a madeya 33 a vê Komîsiyonê gotiye; Bi libeerçavgirtina ew kiryarên nebaş ên Îsraîlê û Berîtaniya ku vê dawiyê encam dan, pêwîst e terha heyî derbarê Berîtaniya were cîbicî kirin.

Larîcanî di bersiva vê rexnê de biryar da ku diviya Komîsiyona Ewlehiya Netewî terha han bixwe destûra karên xwe de û vê yekê yekalî biket.

Îran, welatê Berîtaniya bi vê yekê tawanbar dike ku di xwenîşandanên nerazîbûnê ên xelkê li 2 salên derbazbûyî de, dest hebûye û dest û pêwendiyên wê li navxweyî welat de zaniyarî dane welatê Berîtaniya û canala B.B.C.

Li salên 1950, 1953 û1980-an de û piştî serkevtina şoreşa 1979-an de pêwendiyên navbera Îran û Berîtaniya gellek bilindî û nişîvî bi xwe ve dîtiye, ji pirsa terha Kûdetaya leşerkî dijî dewleta Musediq heta daxistina balyozxaneya Berîtaniya li tehranê di sala 1970-an de.

Sala 1989-an de piştî derkirian fitwaya kuştina Selman Ruştî, nivîskar û romannivîsê Berîtanî û bi esl Hindî, ji aliyê Ayetulah Xamineyî ve, pêwendiyên navbera Îran û Berîtaniya têk çû.

Di heyamê salên derbazbûyî de û di mesela dana 4 terhên durpêçên Civata Ewlehiyê dijî Îranê, Berîtaniya yek ji wan welatan bû ku piştgirî ji durpêçkirina Îranê kir û herwiha pêşnivîsa duhemîn durpêça sala 2006-an bi hevkariya Berîtaniya hatiye amadekirin.
Roja 23 Marcha 2007 ya Zayînî 15 pirsenilê hêza Behrî ya Berîtaniya di nava avên Kendawa Fars ji aliyê hêzên Îranê ve hatin destbiserkirin û piştî mehekê azad bûn.