Kuştina zêdeyî hezar çekdarên DAÎŞ’ê di êrîşin esmanî de

13:37 - 25 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Di encama êrîşên esmanî ên hêzên hevpeyman bin serpereştiya Amerîkayê de, heya niha zêdeyî hezar endamên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Çavdêrekî mafên mirvan ê Sûryê li Londona paytextê Engiltereyê, di raportekî de ragihand: Di destpêka êrîşên esmanî ên hevpeymana ser DAÎŞ li welatê Sûriyê, herî kêm 1171 kes hatine kuştin û 800 kes jî birîndar bûne.

Bi gotina rêxistina navborî, ji wan 1171 kesan, 1046 kes endamên dewleta Îslamiya Îraq û Şamê (DAÎŞ), 72 kes endamên eniya “EL Nusre” û 52 kes jî sivîl bûne.

Wê Rxistinê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir: Hejmara kuştina sivîl ên ser bi DAÎŞ’ê, li wan dawîyane de ber bi zêdebûnê ve diçe.

\"23802.jpg\"
Çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê: Heya niha 1171 kes ji çekdarên dewleta Îslamiya Îraq û Şamê hatine kuştin û 800 kes jî birîndar bûne
Mehek beriya niha wê rêxistinê hejmara kuştiyan 910 kes îlan kiribû ku piraniya wan endamên DAÎŞ’ê bûne.

Li gorî raportên ku li çavkaniyên leşkerî ên Welayetên Yekgirtî ên Amerîkayê ve hatine belev kirin, herwisa piştgiriya raporta malpera (NBC), heya bervar 15”Desember”(çlileya pêşîn) a 2014’an, li koma 488 êrîşên ku li ser DAÎŞ’ê hatine encam dan, heya niha 1’milyard mizaxtin bi pey xwe hişt