Kuştina kasibkarekî Kurdê xelkê bajarê Mehabadê di Tehranê de

20:55 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kasbikarekî Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê di Tehranê de, kete ber teqeya hêzên rejîma Îslamî a Îranê û demildest jiyana xwe ji dest da.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Kurdpa, Malmal Hemelavî, kurê Rehman, xelkê bajarê Mehabadê şeva Dûşemêî 3’ê Sermawz a 2015’an, dema ku li Tehranê ji Mehabadê vedigere, di navbera rêya Tehran û Abiyekê de, dikeve ber teqeya hêzên rejîmê û di encama teqeya hêzên rejîmê de jî jiyana xwe ji dest dide, û navbirî xelkê gundê Kanî Sîve a girêday Mehabadê ye.

\"29068.jpg\"
Tê gotin ku di encama teqeya hêzên rejîmê bo ser Tirombîla wî, tirombîla wî jî agir digire û di dema teqeya hêzên rejîm tirombîla wî diqelibe û mixabin Malmal Hemelavî di nav tirombîla xwe de dişevite.

Tê gotin ku rojane kasibkar û Kolberên Kurd ji aliyê hêzên dijî gelî ên rejîma Îslamî ve, dikevine ber destdirêjiya fîşekan, û di encamê de jî jiyana xwe ji dest didin.