Kuştina 16 endamên Sipaha Pasdaran ji aliyê Ceyş el Edil ve

15:18 - 28 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di şer û pevçûnekî ku navbera hêzên Sipaha Pasdaran û Ceyş el Edil li sînorê Serewan a Sîstan û Belûçistana Îranê pêkhat, 16 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di şer û pevçûnekî li devera “Kûhek û Askan”a ser bi Serawan, 16 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Rêxistina Ceyş el Edil bi derxistina daxuyaniyekî, berpirsayetiya wê pevçûnê û kuştina endamên Sipaha Pasdaran girte ser xwe.

Di beşek di vê daxuyaniy de hatiye: Rêxistina Ceyş el Edil tevahiya gel agahdar dike ku hêzên wê saziyê karîne li du operasyonên cihê ji hev, 16 endamên Sipaha Pasdaran bikujin û hejmarek ji wan jî birîndar bikin.

Wê rêxistinê tevî balkişandin li ser sîstema nedadperwerane ya hikûmeta Îranê, wiha pêde çûye: “Berxwedana me hember bê edaletî û zulma wan kesan e ku nasname û mesebê me hedef girtine. Ew berxwedana me roj bi roj xurtir dibe û em dê bi tevahiya hêza xwe hember neheqiyên ku ji aliyê rejîma Îranê bi gelê me tê kirin bisekin in.”

Rêxistina Ceyş el Edil herwiha gef ji Sipaha Pasdaran xwerine ku di egera neterikandina devera sînorî ya Belûçistanên, ew dê wê deverê bi ser wan de bikin dojeh.

Hikûmeta Îslamiya Îranê Ceyş el Edil ku wek berevankar li mafên welatiyan li Sîstan û Belûçistanê tê naskirin, bi terorîs bi nav dike.