Kuştina 10 leşkerên Îranî li sînorê Pakistanê

13:37 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Rêxistina Cey ûl Edil kuştina zêdeyî 10 leşkerên Îranê, li devera Sîstan û Belûçistana başûr rojhilatê wî welatî piştrast kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şemî 11`ê tîrmehê di êrîşekî de bi ser leşekerên Îranê yên sînor diparizin, li devera Mîrcawe ya li tixûbê Pakistanê, zêdeyî 10 kes ji wan hatin kuştin.

Fermandarê Çavdêrên Sînorî yên Îranê jî vê derbareyê de ragihandiye: “Pevçûna di navbera wan û Ceyş ûl Edil de, du demijmêran berdewam kiriye ku di encamê de hejmarek ji endamên wê rêxistinê hatine kuştin û 3 endamên wê jî dîl hatine girtin. Her wiha endamekî leşkerî yên Çavdêrên Sînorî jî jiyana xwe ji dest daye.”

Ew gotinên Fermandarê Îranî yê bi navê Qasêm Rizayî di demekê de ne ku rêxistina Ceyş ûl Edil di daxuyaniyekî de, berpirsayetiya wê êrîşê hilgirtiye ser xwe û kuştina zêdeyî 10 endamên sipaha pasdaran jî piştrast kiriye.

Hikûmeta Îslamî ya Îranê girûpên ku xwe parêzerên mafên gelê belûç li Sîstan û Belûçistanê dizanin, bi terorîs bi nav dike, (yek ji wan girûpan) rêxistina Ceyş ûl Edil e.