Kurteyek derbarê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê de

14:08 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
Firat Kelehkî

Hewlêr: Tê gotin ku li bajarên Rojavayê Kurdistanê wek Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Dêrika Hemko Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdest e, ku nêzîkê Barzanî û Herêma Kurdistanê ye, li Efrîn û Kobanî jî hêzeke berfireh a PYD-ê heye ku nêzîkê PKK-ê ye.

Di van rojên dawî de gelek nûçe derbarê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê de tên weşandin, lê hinek bajar hene ku ji gelek hevwelatiyên Kurd bi taybetî yên Herêma Kurdistanê re xerîb tên, lewra rojnameya Basê pêwist dît ku bo xwendevanên xwe raporteke wiha amade bike.

Li van bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ku li jêrê navên wan hatine rêzkirin, ligel Kurdan, Ereb û netewên din jî wek Asûrî, Ermenî û pêkhateyên din li wan dijîn lê piranî Kurd in. Ger ne ji karmendên dewletê be yên ku ji bajarên din hatine yan veguhestine û bicîh bûne hejmara Ereban pir kêm e.

Nexşeya desthilata hizbî ya bajarên Rojavayê Kurdistanê ketiye jêr bandora du hêlên-aliyên serekî, ku yekem PYD ye û nûnertiya PKK-ê dike, dûyem jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ye, ku nêzîkê siyaseta Barzanî û Herêma Kurdistanê ye. Li gor agahiyên serekî, li Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Dêriya Hemko Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdest e, li Efrîn û Kobanî jî hêzeke berfireh a PYD-ê heye.

Bi baweriya çavdêran, ev dabeşbûna han jî bi çend fakteran ve girêdayî ye, di ser hemûyan re rewşa wan navçeyan a cografîk. Wek mînak cepheya yekem nêzîkê Herêma Kurdistanê ye û bereya dûyem jî nêzîkê Tirkiye û xebata PKK-ê.

Hesekê:

Bajarê Hesekê an Hesêçe (bi erebî, al-Hasakah), ne ji zû de hatiye avakirin, tu dikarî bibêjî ji sed salî û vir de ye, bajarê kar û xebatê ye. Nifûsa wê nêzîka milyonek û nîv kes e û di ware hejmarê de şeşemîn parêzgeha Sûriyê ye. Çandinî bi hemû cûreyên xwe lê dibe. Genim, ceh, nok, garis, nîsk, kuncî û pembû ji aliyê dar û fêkiyan de jî gelek darên fêkî lê çêdibin wek tirî, hinar, sêv, hejîr, xox, tû û hirmê, lê tu guhdan li vî bajarî nebûye ligel ku çavkaniya petrola Sûriyê û ya genim, ceh û pembû ye.

Hejmara Kurdan li hundirê bajêr ji sedî  60 e, li derveyî bajar ji aliyê bakur de rê ya Amûdê bi tevayî Kurd in, rê ya Qamişlo ya bakur ew jî wiha, lê rêya Hesîçê-Qamişlo a jêrîn hejmareke mezin li başûrê rê gundên Ereban hene. Herwiha Ereb, Suryanî, Ermenî, Turkmen û Çeçan jî lê hene.

Di serhildana 12 Adarê de ya sala 2004-an Kurdên bajêr ew jî mîna birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê serî hildan, di encam de du şehîd û bi dehan birîndar çêbûn. Mixabin Ereban bi alîkariya hêzên ewlekariyê ziyaneke zor gihandin miletê Kurd, mal û milkên Kurdan talan kirin. Mîna zemanê bav û kalên xwe dest dirêjî dikanên Kurdan kirin, bi milyonan perê sûrî li Kurdên sivîl xisar bû.

Qamişlo:

Qamişlo bajarekî Rojavaya Kurdistanê ye û wek Qamişloka Evînê tê naskirin. Bajarê Qamişlo bajarekî nû yê li ser zemîneke dîrokî ye, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gor Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: \"Frensî di 20-ê Tebaxa sala 1926-an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endazyarekî Frensî hat danîn û avakirin\". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û berfireh e.

Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. Ji sedî 70-ê ji wan Kurd in. Herwiha Fileh, Ermenî û Ereb jî lê hene. Qamişlo qezaya parêzgeha Hesekê ye. Li Qamişlo firokexaneyek heye, 6 km dûrî bajêr e. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li rojava), bajarê Dêrikê (100 km li rojhilat) û Hesîçê (85 km li başûrê rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li rojhilatê) dûr e. Li nêzîkî Qamişlo, bi taybetî li devera Qereşokê, petrol heye.

Di navbera sala 1914-1922-an de piştî qirkirina zêdetir ji 250.000 Asûriyan li Tirkiyê û hatina Asûriyan û herweha Kurdan, bi damezrandina rêya trênê ev bajêr di sala 1925-1926-an de hat sazkirin.

Di meha Adara 2004-an de eskerên Sûriyê piştî raperîna gelê Kurd li wî bajarî zêdeyî ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.
\"5412.jpg\"
Efrîn:

Efrîn an Afrîn bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Sûriye) ye. Navê deverekê ye li Çiyayê Kurmênc‎. Niha bi wîlayeta Helebê ya Suriyê ve girêdayî ye. Efrîn navê bajarê navenda heman deverê ye jî. Daniştvanên wê bi giştî Kurd in ji xeynî fermanberên dewletê ku ji deverên din hatine. Ferehiya devera Efrînê ligel 366 gundên xwe dighe 2.033 km çiwarkoşe e. Di bajarê Efrînê de nezîkî 80.000 daniştvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî jî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve 7 deverok an nehiyên din girêdayî ne: Efrîn (navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye. Di 20-ê Temûza 2012-an de gelê Kurd, rêveberiya bajêr û ya Cindirêşê jî xistin destê xwe.

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava yê Başurê Biçûk e. Ew dikeve rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanî senceqa Îskenderûnê (Hatay). Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur nêzîka 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê , di vir re derbas dibe.

Kobanî:


Di herêma Kobanî yê de 300 gund hene. Piranî gelê Kobanî bi çandinî û hesinkariyê ve mijul dibin. Kobanî yan jî Kobanê bajarekî Kurdan e, li başûr rojavayê Kurdistanê, li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê Bakurê Kurdistanê. Kobanî nezîkî 160 km bakurê rojhelatê Helebê ye, li rojhelatê Firat e û 30 km di navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.

Daniştvanên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî Kurd in, ji bilî malbatên polîs û karmendên dewletê yên ji deverên din hatine. Heta salên heftêyan jî malên Ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din û Ermenistanê. Êlên Kobanê yên mezin eşîrên Berazî û Kêtikan in. Navê Kobanî ji aliyê dewleta Ereb ya şoven ve hatiye guheztin û bûye “Eyn El-Ereb” (yanî kaniya Ereban an jî çavê Ereban).

Firehbûna xaka Kobanî (3000,23 km2) ye. Hêjmara şîniyan li gorî serjimêra dewletê ya sala 2000 (204653) mirov in. Li gor nexşeya Kurdistanê, Kobanî û herema deşta Suruç ê yekser bi Urfa (Riha) yê ve girêdayî ne. Li rojavayê navenda heremê (bajarê Kobanî) 30 km ava çemê Firatê derbas dibê. Kobanî 100 km dûrî bajarê Urfa ye. Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê 150 km dûr e. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê (Riha-Bakurê Kurdistanê) ye li başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede (Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye. Kobanî ku bi piranî deşta rast e (deşta Suruç) û hinek çiyayên ne bilind hene, wek: (çiyayê Miştenûr 600 m. çiyayê Qerebekir, Çiyayê Xan-Mamed, çiyayê Reş), di herêma kobaniyê de çem kêmin, hinek kanî hebûn wek kaniya Ereban û kaniya Mişidê, lê niha çikiya ne.

Amûdê:


Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî navçeya Qamişlo ye, ser bi parêzgeha Hesekê ye û nêzîka 30 kîlometran dikeve rojavayê Qamişloû 80 kîlometre dikeve bakur‑rojhilatê Hesekê. Hejmara nişteciyên bajarê Amûdê (ligel 156 gundên wê) nêzîka 200.000 kes e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin a Kurdên Êzdî dijîn. 13-ê çiriya paşîn a 1960-ê di şewata sînema Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hat tawanbarkirin, nêzîka 200 xwendekarên dibistanê mirin.

Dêrika Hemko:


Dêrika Hemko bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye (bi erebî navê wê kirine Al-Malikiyah). Ev bajar nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî hatiye ava kirin. Bajarê Dêrika rengîn nêzîkê Ava Mezin e ku jê re dibêjin çemê Dîcle. Ev bajar li dora 100 km dikeve rojhilatê bajarê Qamîşlo. Li aliyê rojhilatê Zaxo, li rojava Tirbê Spî, li bakûr Tilkoser û ji aliyê başûr ve Cizîra Botan, dibin tixûbê devera bajarê Dêrika Hemko. Bajarê Dêrikê bi xwe li ser deşta Hesinan hatiye avakirin. Di serdema kevin (dema Frensiyan) de ji Dêrika Hemko re digotin navçeya Dîcleyê.

Bi navê Dêrika Hemko berê di serdema Fransa de bû qeza. Xelkê wê nêzîka 20 hezar kesî ne. Navê wê ji navê dêreka Filehan hatiye ku wê serdemê Dêreke tenê tê de bû û niha jî Fileh lê dijîn. Hemû petrola Sûriyê her ji vî bajarî tê û genim û pembû jî.

Çavkanî: Wikipedia