Kurdistana Biçûk

13:58 - 18 Nîsan 2013
Unknown Author
M.Roje

Avirek li ser Kurdên Başûrê Xurasanê!

Îran welateke hevpar yê gelên Îranê ye. Bêguman diyar e ku xîma bingehîn ya Îranê ji aliyê Kurdan ve hatiye danîn. Gelê me damezrînerê Îranê ye. Îran jî melbenda sereke ya çand û bajêrvanî ya gelên Îranê ye. Bêşik gelê me di vê ocaxa kulturî de para xwe ya herî zêde heye.

Di Îranê de ji bilî Kurdistana me ya eslî, me Kurdistanekî din jî heye. Dibe ku hûn bi vî navî ser sam bimînin! Lê ne cihê ser samiyê ye, çunkî parek ji miletê me berî 400 salan, koçberî diyarê Xurasanê bûne. Hinek kes di vê baweriyê dane ku berî vî demî Kurd li Xurasanê hebûne, Ji bo nimûne çavkaniyên dîrokî ya Erebê-Îranî gelek caran basa Ebû Muslimê Kurd dikin. Ango Ebû Muslimê Xurasanî di reh û rîşala xwe de Kurd bûye. Niha Armanc ne eve ku lêre de em rast bûn yan ne rast bûna vê mijarê derxin zanebûnê, armanca me eve ku vê rastiyê bizanibin ku berî 400 salan jî di navbera Kurdan û Xurasanê de têkilî hebûne. Bêguman çavkaniyekî girîng wek \"Şahname\" jî bi xwe belgeyekî vê rastiyê ye.

Kurdên Xurasanê û dîrok

Gelo hûn dizanin ku li Xurasanê Kurd hene? Yan gelo hûn dizanin ku li Bakûrê Kurdistanê li welayeta Erzirûmê di kêleka navçe yên Xins û Malazgirdê de, bajarekî kevnar heye bi navê: Xurasan! Lêre de ezê wan du pirsan bi hevre bidirûm û encamekî bixime dest! Tişta balkêş di vêderê de eve ku gelek Kurdên Erzirûm û Dêrsim û heta Maraşê dibêjin em ji Xurasana Îranê hatine. Ya gelek balkêştir eve ku Kurdên Bakûrê Xurasanê jî dibêjin em ji Dêrsim û Erzirûmê û . . . hatine. Niha kîjan rast e û kîjan şaş e? babetekî gelek aloz e û pêwîstiya xwe bi lêkolîn û dahûrandineke têr û tejî heye. Eyan e ev gotare nikare ku meremekî wisa bîne cî, lê bi kurtahî mirov dikare bibêje hin li Kurdên Erzirûmê, Dêrsimê û cihên din ên Kurdistanê bi rastî ji Xurasanê wegeriyane Kurdistanê, yan piraniya Kurdên Xurasanê ji Kurdistanê çûne Xurasanê.

Derheq çawaniya koçber bûna Kurdan ber bi Xurasanê gelek nêrînên cuda–cuda hene, lê a sereke ewe ku dibêje Kurdên Xurasanê ji aliyê Padîşahên Sefewî ve hatine sirgûn kirin. Lê li gor hin lêkolînên din nêrînek cuda derdikeve holê. Li gor vê nêrînê Kurdên Xurasanê nehatine sirgûn kirin, belkî tam berevajî, ewane bi xwesteka xwe û ji bo çareseriya arîşeyên jiyanê û bo parastina sînorên deshilata pîroz – li gor vê demê – li çend qonax û herêmên cuda cuda de hatine han dan ku biçin bo Xurasanê. Diyare ev Kurdana di warê Olî û mezhebî ve Şîyî ne û bi zor jî nehatine Şîyîze kirin. Li destpêkê de piraniya wan Elewî bûne û bi giştî serbazên Şah Simayîlê Sefewî bûne. Piştî ku di şerê Çaldiranê de (1514), Sultan Selîm serkeft û Şah Simayîl şikestxwar, vê yekê di demografî ya gelê Kurdistanê de parçe bûn çê kir.

Elewîtî bi xwe Îslamekî Îranî û hinekî jî Kurdîze kirî ye. Çunkî li gor mentalîte û dînamîzmên kulturî – civakî ya Kurd û Îraniyan ve hatiye eyar kirin. Di bingeh de îdeolojî ya Şîyîtî li hember Sunîtî ya Osmaniyan xwe teorîze kir. Wekî tê gotin, îdeolojiyek bû, bona parastina taybetmendî yên Îranê. Bi vî halî di vî şerê dînî de gelê Kurd bû du parçe, wek hemû gelên din. Elewî Oliyan tevî piraniya Sunniyan aliyê Sultan Selîm girtin û aliyek jî bûne Şîyî û tayê Şah Simayîl û Sefewiyan girtin. Ji ber vê heta niha jî Kurdên Erzirûm, Dêrsim û Maraşê Elewî mane û li ber xwe didin. Ên mayî bi Simayîl re wegeriyane Îranê. Di navbera wan û Padîşahên Sefewî de Jin û Jinxwazî peyda bû û bi salan wek Derwêş û serbazên biwefa yên Sefewî şer kirin. Li dema deshilatdariya Şah Ebas û bi hatina Alîmên Şîyî ji Lubnan û Îraqê ber bi Îranê, bi fermî Elewîtî li Îranê hate rakirin û Şîyîtî ya Dwazdeh Îmamî dewsa vê girt. Kurdên Xurasanê jî Elewîtî guhertin û bûne Şîyî.

Dema Îran ji aliyê Rojava ve di bin metirsiya dewleta Sunî de bû, ji nişkave xetera Dewleteke Sunî di Rojhilatê Îranê de peyda bû, Ozbekên Sunî weke Eniya Rojhilat destek dane eniya Rojava ango Osmanî. Vî demî di qonax û herêmên cuda cuda da bi handana Şahên Sefewî Kurdên me bona berevanî kirin ji sînorên Îranê bi dilxwaz çûne Xurasanê û ev devere parastin. Şahên Sefewî jî qelemrewa vê herêmê bexşîne wan. Dastana koçberiya Kurdên Xurasanê wisa bûye.

Kurdên Xurasanê û demografiya

Kurdistana biçûk ji 8 bajaran pêk hatiye: Bicnûrd, Şîrwan, Qûçan, Îsferyîn, Çinaron, Layîn, Deregez û Mirawe Tepe. Nifûsa wan Kurdane nêzîk 2 milyonan dibe. Navenda nerîtî û îdarî ya herêmê bajarê Qûçan e. Di warê aborî de beşa çandin û pezdarî hakîm e û pîşeya sereke ya Kurdan Pezdarî ye. Lê piştî hatina gundiyan bo bajêr senetekî (pîşe) biçûk pêk hatiye û beşa xizmetan li bajêran pêşketî ye.

Di warê dînî de Misilman in û peyrewên Şîyî ya Dwazdeh Îmamî ne. her weha di warê devok û dîlekt de hemû bi Kurmancî a Bakûr daxivin. Devoka Kurmancî ya Xurasanê li devoka Kurdên Maraşê nêzîk e û heta mirov dikare bêje yek in. Di nav wan de du devok hene, yekem devoka bajêr û gundan e ku dişibe devoka Maraş û Melatiyê. Devoka din a Kurdên koçer dişibe devoka Erzirûmê.

Her wiha li vêderê ji bilî Fulklura gelek zengîn, wêjeyekî nivîskî jî heye. Bi dehan helbestvanên me ên kilasîk hene ku pêşenga wan Cefer Qulî Zingilî e. Îro jî tevgerek kulturî – wêjeyî dest pê kiriye û çendîn kom û komeleyên kulturî û wêjeyî hatine ava kirin. Bo nimûne li Şîrwan, Quçan û Meşhedê encûmenên wêjeyî hene. Li Qûçanê heftînameya AWAYÊ QÛÇAN çap dibe ku Kurdî – Farsî ye. Her weha Mehnameya KURMANC çap dibe û xwendevanên Zanîngeha Meşhedê Jî Kovareke Kurmancî bi navê DENGÊ KURMANC derdixin, ji bilî çendîn pirtûk û dîwan û lêkolînên din ku car û bar çap dibin.

Îro hişyariya xurt ya neteweyî peyda bûye û her roj bêhtir berfireh dibe. Lê di kêleka vê hişyariyê de jî polîtîkayên helandin û tune kirinê jî dimeşin. Bi awayekê ku êdî bi fermî axaftin bûye nirxekî civakî û ev nifşê nû piranî bi Farsî dipeyvin heta Kurdî. Niha eva metirsiyekê dixulqîne ku pêwîst e bête nasîn û çareser kirin. Her wiha ji ber bêkarî û bê asoyî, piraniya gundên Kurdistana Biçûk hatine vala kirin û ev bi giştî koçberî Tehran, Meşhed û … bûne. Vê yekê jî rewşekî demogrefîk ya nû aniye holê.

Kurdên Xurasanê û tevgera Kurdistanê

Weke me got îro hişyariyekî berfirehe neteweyî li Kurdistanê dest pêkiriye. Di kêleka vê hişyar bûnê de tevgerek kulturî-wêjeyî dest pê bûye. Bi giştî nifûs pitir bûye. Li Kurdistanê bajêrvanî pêş ketiye û evê jî bi xwe re asta xwendinê pêş xistiye û di encam de qatên civakî ên nû peyda bûne wek xwendekar û rewşenbîran. Niha vê guhertinê bi xwe potansyelekî xurt afirandiye, ku ber bi teyar bûnê ve diçe. Ev potansyel li şekil û qalibekî siyasî digere. Demek PKK (ya berê) hinek ji vê potansyelê bi kar anî û bi rast pê lîstin. Çunkî ev yeka dikare vê rêrewê çewaşe bike û nehêle ku rêk û rêçika rasteqîne ya xwe bigire. Lê bi giştî potansyel gelek xurt û tezeye û hêşta şekil nestandiye. Tu çawan bixwezî, dikarî şekil bidiyê.

Kurdên Xurasanê: Encam û çareseriyek

Wekî me got ew dever, Kurdistana biçûk e. Xurasan û Kurdên vê jî di coxrafiya Îranê de ne. Bêguman ev devera ji bona tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de herêmekî yedek e û gerek were xebitandin. Ev heq jî a tevgera rizgarîxwazî ya Kurdan li Îranê ye, ne ya parên dine. Bêguman baweriya me bi yekîtiya neteweyî heye û çarenivîsa hemû Kurdan yek e, ji ber vê çareser kirina pirsgirêka Kurd di Îranê de li Tehranê ye, ne ciheke din. Ji ber vê pêwîst e rêberatiya siyasî ya Kurdistana Rojhilat avirekê bide ser vê deverê û di rêkxistin, ragihandin û rêveberî ya xwe de, jêre bername û projeyan dayne.