Kurdistan û Partiyên Dagîrker

Mehmet Emin Özbilen

Mixabin îro ciwanên PYD/PKK-ê, ne lidijî rejîma Beşer Esed, lê lidijî cenabî serok Mesûd Barzanî meşên protestoyî lidar dixin. Berovajî ev derdorên statukoparêz li gel rejîma dagirkeran cîh girtin e.

Mafê kesî tine ye serokê Kurdistanê birêz cenabî kak Mesûd Barzanî bi îxanetê tawanbar bikin. Çalakîyên ku ji teref ciwanên PYD-ê ve lidijî kak Mesûd hatîyê lidarxistin, bêedebî ye, bê exlaqî ye.

Gotina min, ne ji gelê me yên Kurdistana Rojava re ye. Ji ber ku gelê Kurdistana Rojava di heman demê de erk û peywir û vatinîyên xwe yên netewî, bi awayekî lehengî bi cîh anî ne. Dîsan di heman demê de wan, alîkarîya her çar parçeyên Kurdistanê kirine. Ev ji teqdîrê re şayan e.

Çi çaxê gelê me yên Kurdistana Rojava, meşên girseyî lidijî Esed lidar xistibin, bi êrîşên PYD-ê hatine asteng kirin û bi lêdan û tundîtûjîya PYD-ê rû bi rû mane.

Divêt ango rêxistinên weke PYD/PKK-ê;

Lidijî pergala Ba\'asîyan,

Lidijî pergala mollayên Îranê

Û lidijî rêxistina Îttihat û Terakkîyê meşên protestoyî lidar xistibana.

Gelo we kê bihîstîye û dîtîye ku rêxistina PYD/PKK-ê lidijî sîstemên dagirkeran meşîyan e.

Şert û mercên Gerdûnîyê hatîye guhertin.

Sîstema Globalîzma Cîhanê biryar daye ku nexşeya (erdnîgarîya) Rojhilata Navîn biguherînin. Di nava van guhetinên giring de, bernameya damezirandina Kurdistaneke azad û serbexoyî jî heye.

Dewletên herêmî (Turkîye, Sûrîya, Îran, İraq), naxwazin ev guhertin pêk were.

Mixabin PYD/PKK jî weke dewletên dagirker difikire û naxwaze ku tixûbên van dewletan bête xera kirin.

Hîkayet ev e.

Salih Muslim\'ê sîxurê dewleta Sûrî, ku beyanata wî di Rûdawê de hatîye weşandin, ji serî de heta binî çewt û derew û xelet û nakokî ye.

Qaşo (goya) Churchill jî gotiye \"kesê ku dixwaze fêrî siyasetê bibe, bila serdana Şamê bike.\"

Ew dem derbas bû. Dem, ne dema 50 sal berê ye.

Pêşnûmeya me ji Salih Muslim re ev e; Ger dixwaze fêrî sîyasetê bibe, bila serdana Hewlêrê bike, ne serdana Şamê.

Îngîlizan ji di siyaseta xwe ya İraqê de xeletî kiri bûn, lê di şerê Kendavê de ev xeletîyên xwe kismen îzole kirin.

Îro jî Fransa dixwaze xeletîyên xwe yên dîrokî, ku di di derbarê siyaseta Sûrî de îzole (telafî) bikin.

Hêjayî gotinê ye (ji gotinê re şayane) ku sîyaseta Kurdistana Bakur, hêvîyên xwe û çareserkirina doza Kurd û Kurdistanê, hêjî bi paytextên dewletên dagirkeran, Tehran, Enqere û Şamê ve girêdan e. Bûne pabendên van dewletan.

Lewra doza Kurd û Kurdistanê êdî ne dozek herêmî ye, dozek navnetewî ye. Ne dozek îdeolojîke, dozek millî ye.

Paytextên dagirkeran ji xwe re nekin qîblegah.

Jêder: Rojevakurd